Li Siwêdayê agirbest dîsa hate binpêkirin

Agirbesta li Siwêdayê, piştî ku bi çekên giran êriş gundên Samîd û E Xersa hate kirin, agirbest dîsa hate binpêkirin. Hemwextî wê, internet ji sibehê ve li ser bajêr qut e.

Li Siwêdayê agirbest dîsa hate binpêkirin
18 tebax, 2025   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, ji navendên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve gundên Samîd û El Xersa bi çekên giran hatin êrişkirin. Bi vê êrişê re agirbesta li parêzgehê, dîsa hate binpêkirin. Hemwextî wê internet ji sibehê ve qut e û tu agahî der barê encamên êrişê de nehatin bidestxistin. 

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, duh êvarê ji navendên xwe yên li gundê Dama yê bakur rojavayê bajêr, rasterast malên sivîlan li gundê Erîqa û El Xersa yê rojavayê Siwêdayê bi çekên giran guleberan dibûn.

(şx)