Piştî êrişan şênî ji bo sotemeniyê alternatîfên xwe çêdikin

Şêniyên kantona Cizîrê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku binesaziya herêmê wêran kir, li şûna gazê û sobeyên mazotê, rêbazên alternatîf bi kar tînin.

Piştî êrişan şênî ji bo sotemeniyê alternatîfên xwe çêdikin
Piştî êrişan şênî ji bo sotemeniyê alternatîfên xwe çêdikin
Piştî êrişan şênî ji bo sotemeniyê alternatîfên xwe çêdikin
Piştî êrişan şênî ji bo sotemeniyê alternatîfên xwe çêdikin
Piştî êrişan şênî ji bo sotemeniyê alternatîfên xwe çêdikin
25 ÇILE, 2024   05:35
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zirarên mezin li navend û saziyên xizmetguzariyê bûn, 20 navend bi temamî rawestiyan; bîr, kargehên kehrebeyê û veguhastina wê, kargehên gazê û hwd.

Êrişan bandor li navçeya Şedadê wekî navçeyên din ên kantona Cizîrê kir. Şêniyên wê piştî qutbûna gazê û mazotê, serî li rêbazên alternatîf da, wekî papora neftê û êzingan. 

Welatiya bi navê Zehra El Ebdullah a ji navçeya Şedadê diyar kir ku ew neçar man rêbazên din ên enerjiyê peyda bikin û li şûna gazê serî li paporê û neftê dan ji bo ku xwarinê çêkin.

Lê belê Zehra diyar kir ku ev amûr li ser jiyana wan û zarokan xetere ye, ji ber ku dibin sedema şewatan. Her wiha anî ziman ku zehmetiyan di peydakirina nefta paporê de dikişînin ji ber ku stasyonên enerjiyê rawestiyane.

Zehra got ji ber kêmbûna mazota germkirinê, şênî xwe li ber sobeyên êzingan germ dikin. 

ANHA