Rûspiyên El Xewatne: Helwesta hikumeta Şamê şermokî ye

Rûspiyên êla El Xewatne ya Ereb destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rûmet û mafên gelê herêmê misoger dike. Rûspiyan got bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişan şermokî ye.

Rûspiyên El Xewatne: Helwesta hikumeta Şamê şermokî ye
25 ÇILE, 2024   03:41
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişan, hêrsek di nav gelê herêmê de çêkir. 

Rûspiyê êla El Xewatne li navçeya Holê ya kantona Cizîrê Ebdulhemîd El Receb, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişan dixwaze jiyanê li welatiyan heram bike.

El Receb bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişan şermezar kir û bang lê kir ku helwesta xwe ya "şermokî" zelal bike.

Rûspiyê bi navê Mehmûd El Subah jî bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe bînin cih, herêmê û navendên wê yên stratejîk biparêzin û wiha domand: "Çi dikin bila bikin, lê em dev ji projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bernadin, em ê her û her piştgiriya hêzên xwe û rêveberiya xwe bikin. Ji ber ku ew projeya yekane ye ku rûmet û mafên gelê herêmê dabîn dike."

Dewleta Tirk a dagirker ji 13`ê Çileyê heta 15`ê heman mehê, êrişên xwe li dijî herêmê zêdetir kirin, bi balafirên şer û yên bêmirov 80 navendên herêmê û binesaziya wê bombebaran kirin. Di encamê de 20 stasyonên enerjiyê, navenda derxistina kehrebeyê ya yekane ya herêmê bi temamî wêran kirin.

(şx)

ANHA