Niyaz Hamîd: Dewleta Tirk û PDK`ê dijî gerîla senaryo amade kirine

Pisporê Rojhilata Navîn Niyaz Hamîd anî ziman ku ji bo PDK rasterast li dijî gerîla şer bide destpêkirin senaryoyên êrişê amade kirine û got “Dibe ku dewleta Tirk bi balafirên xwe yên keşfê û tankên xwe çend cihên PDK`ê bike hedef û PDK bibêje gerîlayan ev kiriye. Ev senaryo amade ne û ez texmîn dikim dê heta çend rojên din bikevin meriyete.”

Niyaz Hamîd: Dewleta Tirk û PDK`ê dijî gerîla senaryo amade kirine
25 ÇILE, 2024   02:37
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Pisporê Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd têkildarî bandora çalakiyên gerîla û planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê ji ANHA`yê re axivî.

‘ÇALAKIYÊN GERÎLA LI CÎHANÊ BANDOREKE MEZIN ÇÊKIRIYE’

Niyaz Hamîd têkildarî çalakiyên gerîla yên di navbera 2023-2024`an de anî ziman ku wan dengvedanek û serkeftineke gelekî mezin çêkiriye û got: “Çalakiyên gerîla bandoreke mezin li ser raya cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kir. Çapemeniya dewleta Tirk hewl da rastiyên heyî berovajî nîşan bide. Lê bê encam man ku dîmenên çalakiyan hemû rastiya wan derxist holê. Serkeftinên gerîla li Tirkiyeyê di aliye siyasî, leşkerî, dîplomasî û civakî de bandoreke mezin kiriye. Li Tirkiyeyê nerazîbûna gelê Tirk li dijî dewletê derketin. Heman demê ew leşkerên wan ên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, bê moral bûne û tirseke mezin ketiye dile wan.”

‘LI DIJÎ HÊZA NATO`YÊ GERÎLAYÊN MODERN REMZA XWE LI DÎROKÊ DIXIN’

“Ev serkeftina gerîlayên modern e.” Bi vê pênaseyê Hamîd bal kişand ser rêbaz û tevgera gerîlayên azadiya Kurdistanê û got: “Gerîlayên modern rewşa hewayî û xwezayî li dijî dijminê xwe gelekî baş bi kar tînin. Di dîmenan de jî tê dîtin ku di nava berfê de çawa bi rêbazên profesyonel tev digerin û derbeyên mezin li dijminê xwe didin. Li dijî hêza NATO’yê gerîlayên modern remza xwe li dîrokê dixin. Dewleta Tirk nikare li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê êdî şer bimeşîne û raya xwe ya giştî bixapîne. Raya wan a giştî êdî ji kontrola wan derketiye. Wê dengên dijberî hikumeta dewleta Tirk zêdetir bibin ku ji niha ve dibêjin ev şer bê wate ye.”

PLANA DEWLETA TIRK A ŞIRÎKATIYÊ

Niyaz Hamîd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî serkeftina gerîla dixwaze hikumetêm Îran, Iraq û çeteyên PDK`ê ji xwe re bike şirîk û wiha behsa vê planê kir: “Hin astengî li pêşiya wan hene. PDK nikare tenê li dijî gerîla tev bigere, ew hêza wê tune ye. PDK ji bo wê dixwaze şirîkekî din di nav hêzên Kurdan de wekî YNK`ê çêke. PDK û dewleta Tirk zextê li YNK`ê dikin ku dixwazin YNK beşdarî şer bibe. Dewleta Tirk dixwaze Îran û hikumeta Iraqê jî êrişî Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin. Hêza hikumeta Iraqê gelekî lewaz e ku nikarîbû li dijî DAIŞ’ê şer bike, dê çawa li dijî gerîlayên modern şer bike? Hikumeta Iraqê vê rastiyê baş dizane. Lê Tirkiye dixwaze vê wekî sala 1990`î ku çawa PDK û YNK`ê li dijî gerîlayan tev li şer bûbûn, bi kar bîne. Di sala 2011`an de Îran û Tirkiyeyê li dijî Qendîlê li hev kiribû ku êrişan pêk bînin. Me dît ku çawa artêşa Îranê di vê planê de bi bin ket. Piştî binkeftinê daxwaza aştiyê ji gerîla kir ku bi rengekî din xwe teslîm kir. Niha jî naxwaze careke din li dijî gerîla têkeve şer. Ji ber wê dewleta Tirk niha jî dixwaze rasterast PDK`ê bixê nava şer. Gel vê napejirîne û li dijî wan derdikevin.”  

`PDK`Ê Û DEWLETA TIRK LI DIJÎ GERÎLA ÇEND SENARYO HAZIR KIRINE`

“PDK û dewleta Tirk ji bo rasterast bi hev re li dijî gerîla şer bidin destpêkirin, çend senaryo amade kirine.” Bi van gotinan Niyaz Hamîd destnîşan kir ku PDK dê bi van senaryoyan êrişên li ser gerîla bixwaze rewa bike û got: “Dibe ku dewleta Tirk bi balafirên xwe yên keşfê û tankên xwe çend cihên PDK`ê bike hedef û PDK bibêje gerîlayan ev kirine hedef. PDK`ê gelek caran ev senaryo kirine, ev ne dûr in ku hatine amadekirin û ez texmîn dikim ku dê çend rojên din pêk bînin.”

`PIŞTÎ BINKEFTINA PLANÊ DÊ DEWLETA TIRK PÊVAJOYEKÊ BIXWAZE`

Pisporê Rojhilata Navîn Niyaz Hamîd diyar kir ku ger plana dewleta Tirk a ku Îran, hikumeta Iraqê û PDK`ê tev li şerê li dijî gerîla bike têk herê, wê neçar bimîne ku pêvajoyeke aştiye bixwaze û got: “Wekî birêz Cemîl Bayik di sala 2021`an de gotibû `Ger guftûgo dest pê bike divê aliyekî sêyem wekî NY, YE hebe.` Dema ev dan û standin hate binpêkirin da ku ew alî bê tawanbarkirin. Di 2013-2015`an de hin dan û standin hebûn lê ji aliyê hikumeta AKP/MHP ve hate hilweşandin. Ji ber wê ji bo pêvajoyeke nû divê aliyekî sêyemîn hebe. Ji bo vê divê destpêkê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Rêber Abdullah Ocalan bê serbestberdan.”

ANHA