Piştî Banga Rêber Apo Kurd ber bi yekrêziya xwe ava dikin
Di "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" de ya ku duh li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, partî û hêzên siyasî yên Kurdî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa dabeşbûn û parçebûnê ya ku berê tê de dijiyan, derbas kir. Ev konferans yek ji gavên pêşîn ên pratîkkirina banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan e.

Di demekê de ku herêmê şahidê gelek hewldanên ji bo jinûve birêxistinkirina dîmena Kurdî ya li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, duh, li bajarê Qamişloyê" Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" di kêliyeke siyasî ya hestiyar de hat lidarxistin. Konferans piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan hat organîzekirin.
Ev konferans ne tenê çalakiyeke parteyetî yan jî kombûneke siyasî ya sînordar bû, berevajî ew qonaxeke teware bû ku hêzên Kurdî yên cihêreng li Sûriyeyê nakokî û parçebûnên ku bandora wan li qada siyasî û meydanî di salên borî de dikirin, derbas bikin.
Têgeha "yekrêziyê" ne tenê gotineke siloganîk e, lê êdî ew bûye pêwistiyeke mezin ku ji aliyê rewşên ewlehî, aborî û geosiyasî ve tê ferzkirin.
Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan rewşa Kurdî xist tevgerê û rêbazeke nû ya domandina têkoşînê bi rêya projeyeke demokratîk a lihevkirinê ku xwe dispêre tevkarî û jinûve sazûmankirina performansa siyasî, pêşkêş kir. Rûbirûbûnên ku di qonaxa berê de serdest bûn, bi paş ve çûn û ji dêvla wan nêzîkatiyek pragmatîktir hatiye pêşxistin, ku hewl dide modelek rêveberî ya nerm ava bike, da ku bibe bersiva veguherînên heyî.
Tiştê li Qamişloyê bûye, ev guhertina nîşan da. Di nîqaşên konferansê de hewldana peydakirina zemîneke hevbeş ji bo lihevkirineke siyasî ya navxweyî ya di qonaxa bê de, bûbû rojev. Ji bo gaveke wiha jî pêwistî bi vegera li armancan û rêxistinkirina têkiliyan di navbera hêzên Kurdan de û di navbera Kurdan û pêkhateyên herêmê yên Ereb, Ermen û Suryanan de heye.
Hemwextî geşedanên dawîn, bi taybetî peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de, girîngiya vê konferansê zêdetir bû.
Ev peyman, ku hîna di qonaxên pêşîn de ye, amaje dike ku tevgerên Kurdan êdî ber bi hevkariyeke nû ve dest pê dikin û dibe ku bi xwe re jinûve danasîna cihê Kurdan di hevkêşiya Sûriyeyê de bike.
Tiştê îro hatiye pêşkêşkirin derfetên yekitiya teorîk derbas dike û bi vîna pêkanîna yeqîn ve girê dide. Însiyatîfên ku berê pêk hatibûn, ji ber nebûna mekanîzmeyên zelal ên pêkanînê, têk çûn. Ji ber wê jî ev konferans derfeteke nû ya sazkirina pêvajoyeke siyasî ya Sûriyeyê derdixe holê.
Hemû aliyên beşdarên konferansê, di vê pêvajoyê de berpirs in. Avakirina rêveberiyeke Kurdî ya serbixwe bi paşguhkirina nakokiyan tenê ne pêkan e, lê belê bi pratîkkirina wê li gorî mekanîzmeyên zelal û tevgerîneke siyasî ya hevbeş, pêk tê.
Banga Rêber Abdullah Ocalan derfetek vekir. Êdî aştî ne rêyek e ku were hilbijartin, lê belê ew, ji bo parastina destkeftiyan û pêşîgirtina li paşketin û zirarê, pêwistiyeke siyasî ye.
(mh/fr)