‘Ji bo serketina aştiyê azadkirina Rêbertî şert e’

Endamên PYD’ê diyar kir ku helwest û kiryarên dewleta Tirk a dagirker der barê banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakek demokratîk de ji hev cuda ne û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê şert e.  

‘Ji bo serketina aştiyê azadkirina Rêbertî şert e’
27 nîsan, 2025   02:35
HELEB
NİSRÎN ŞÊXO

Li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibata îsal de hat dayîn, siyasetmedarên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên li Helebê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê mercên bingehîn in ji bo serxistina her proseyeke aştiyê.

Rêvebera Meclisa Jinan a PYD`ê Cîhan Berkel banga Rêber Abdullah Ocalan wek pêngaveke dîrokî û pêngava herî girîng a di pêvajoya doza kurdî de bi nav kir.

Cîhanê got: "Dewleta Tirk hîna jî xwe dispêre zîhniyeteke ku nasnameya kurdî înkar dike û ji her modeleke demokratîk ku mafên Kurdan nas dike, ditirse. Eger Tirkiye dev ji zîhniyeta xwe ya neteweperest bernede, dê nekare ber bi aştiyeke rast ve biçe.”

Endamê PYD`ê Menan Umer da zanîn ku zîhniyeta dewleta Tirk ku li ser bingeha neteweperestî û înkarkirina mafên kesên din hatiye avakirin, bûye sedema nakokiyan û got: "Tirkiye ji bo ku nasnameya xwe li ser her kesî ferz bike, dîrokê berovajî dike û Kurdan wek gelê ne xwediyê cih e nîşan dide.”

Umer polîtîkayên çewisandinê yên dewleta Tirk jî rexne kirin û anî ziman ku daxuyaniyên Tirkiyeyê yên piştî ku rê dan Rêber Abdullah Ocalan bi rêya şandeya Îmraliyê peyama xwe bide, tu gavên pratîkî neavêtin û got: "Berovajî vê, ew êrişên xwe didomîne û rê li ber her derfeteke ji bo pêkanîna aramiyê digire.”

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya PYD`ê Welat Mamo jî diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd û Tirk ji serdema şer rizgar dike. Mamo her wiha got: "Çawa ku Rêbertî ji bo rizgarkirina Kurdan ji qirkirinê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê damezirand, banga wî ya dawîn jî rê li ber Tirkiyeyê vedike ku nasnameya Kurd qebûl bike û aramiya xwe ya navxweyî biparêze.”

ANHA