Nobedarên Tişrînê: Xewna me bi saya fedakariyan şehîdan û têkoşîna Rêber Apo pêk hat
Nobedarên Tişrînê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got: "Ev konferans bi saya fedakariyên şehîdan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan pêk hat."

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê, kesayetên Kurdistanî, nûnerên hêz, rêxistin û partiyên Kurdî, KNK, rêxistinên jin û ciwanan, kesayetên rewşenbîr, civakî, hunermend, şêxên eşîrên Kurdistanê, kesayetên Kurd ji Şamê, Heleb, Hema, Bab û Ezazê, li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Konferans bi dayîna nêrîneke Kurdî ya hevbeş ji Sûriyeya siberojê bi dawî bû. Der barê konferansê de nobedarên li Bendava Tişrînê konferans pîroz kir û bi rojeke dîrokî ji bo gelê Kurd bi nav kirin.
‛BI YEKITIYA GELÊ KURD EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ PÊK BÎNIN’
Welatî Mihemed Bozan ê ji pêkhateya Ermen a bajarê Kobanê got: "Ez gelek caran tev li çalakiyên nobedariyê yên li bendavê bûme û ez ê heta xeteriya li ser bendavê bi dawî dibe berxwedanê bidomînim. Her wiha Konferansa Yekrêziya Kurdî pîroz dikim û bi hêvî me xewna me pêk bê û em yekitiya Kurdan pêk bînin ku dawî li zulma ser gelê Kurd bi dawî bibe."
Bozan wiha domand: "Bi salane em li benda roja ku yekitiya Kurdî pêk were bûn û îro jî xewna me pêk hat. Divê gelê Kurd ji bo parastina doza xwe û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe yek."
‛BERXWEDANA BENDAVA TIŞRÎNÊ JI BO PÊKANÎNA YEKITIYA KURDAN BÛYE WERÇERX’
Koçberê ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî Nîhad Xelîl got: "Em îro kêfxweş in. Em bi dilgerî li benda vê yekitiyê bûn. Gelê Kurd di salên borî de êş û zulm kişand û berdêla vê yekitiyê da û piştî berdewariyeke dirêj ev xewn pêk hat."
Xelîl wiha domand: "Em îro li Bendava Tişrînê, li Bendava Şehîdan, Bendava Berxwedanê ne ku êdî di dîroka doza Kurd de bûye werçerxek. Berxwedana Kobanê û berxwedana Bendava Tişrînê ji bo yekitiya Kurdî bûne jêder. Ez wek kurdekî, kêfxweş û şad im. Ev konferans bi saya fedakariyên şehîdan û berxwedana gelê Kurd pêk hat."
Her wiha Xelîl anî ziman: "Têkoşîn û banga Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo yekitiya Kurdan hiştin ev konferans li dar bikeve. Ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê gavên destpêkê yên yekitiya Kurdan û têkoşînê ji bo wî bin."
‛JI BO PARASTINA DESTKEFTIYAN PÊDIVÎ BI YEKITIYÊ HEYE’
Li aliyekî din jî, Şêx Mustefa Daban ê ji Kobanê û li Bendava Tişrînê ye got: "Bendava Tişrînê ya tevahî gelan e. Berxwedana van gelan îro bi yekrêzî û yekhelwesta Kurdî tacîrdar dibe. Em li bendê ne ku gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek."
(fr)
ANHA