Piştgiriya ji bo koçberên ji Efrîn-Şehbayê dewam dike

Meclisa bajarê Til Temirê 14 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê ya dagirkirî pêşwazî kirin. Li Holê jî piştgiriya koçberan dewam dike.

10 kanûn, 2024   11:40
HESEKÊ

Meclisa bajarê Til Temirê vê sibehê 14 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê pêşwazî kirin. 

Meclisê li gundê Til Balûa yê Asuriyan ê li bakurê bajar malên ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞˈê di 2015ˈan de vala bûbûn, careke din amade dike, ceyranê dikişînê û koçberan lê bi cih dike.

Ekîbeke ji Yekitiya Bijîşkan a Kantona Cizîrê li tenduristiya zarokan û kesên bitemen dinêre û dermanan pêşkêşî nexweşan dike.

Li Holê jî destekkirina koçberan dewam dike.

Ji bo destekkirinê konê komkirina alîkariyan hatiye vedan. Piştgiriya gel bi hevkariya komîn û endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a koçberan re dewam dike.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku 29’ê Mijdara 2024’an li ser Til Rifet û Şehbayê pêk hatin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên ewle da. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê de dest bi veguhastina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin. Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberan dike, cih û pêwîstiyên bingehîn ji wan re peyda dike.

(bb)

ANHA