Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja pêncemîn de dewam dike

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di roja xwe ya pêncemîn de bi komxebat, panelên taybet û pêşandanên fîlman didome.

Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja pêncemîn de dewam dike
Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja pêncemîn de dewam dike
Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja pêncemîn de dewam dike
Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja pêncemîn de dewam dike
17 mijdar, 2026   15:20
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ku ji hêla Komîna Fîlman a Rojava ve bi dirûşma "Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad" tê lidarxistin, li Qamişloyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di roja pêncemîn de berdewam dike.

Di çarçoveya bernameya roja pêncemîn a mîhrîcanê de, senarîst Onder Çakar li Navenda Sînejin semînerek li ser "Karakterê Sereke di Fîlman de: Mirov Çawa ji Fikrê ber bi Senaryoyê ve Diçe" pêşkêş kir. Bi dehan kesên eleqedar û hezkiriyên fîlman beşdar bûn.

Piştî nîvro fîlmên “Youthful Wrinkle” û “Nameya Dawî” wek beşeke bernameya "Ji Rojava" ya mîhrîcanê hatin pêşandan.

Biryar e ku derhênerê fîlmên "Kuf" û "Kronolojî" Elî Aydin, beşdarî paneleke bi navê "Pirsgirêka Kurd di Sînemayê de" bibe ku dê di demjimêrên piştî nîvro de li Navenda Tevgera Çand û Hunerê were lidarxistin. Panel dê ji hêla Berfîn Hêzil ve were birêvebirin.

(k)

ANHA