Li derdora Pira Qereqozaqê şer giran e, Girê Berkel tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Girê Berkel ê li başûrê Kobanê topbaran û bombebaran dikin. Li derdora Pira Qereqozaqê jî şerekî giran di navbera çeteyan û şervanên QSDˈê de rû dide.

Li derdora Pira Qereqozaqê şer giran e, Girê Berkel tê  topbarankirin
10 kanûn, 2024   12:59
KOBANÊ

Li derdora Pira Qereqozaqê şerekî giran di navbera şervanên QSD û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû dide. Li gorî agahiyên destpêkê, bi dehan kuştiyên çeteyan hene.

Artêşa Tirk a dagirker 15 caran bi balafirên bê mirov ên bi çek derdora pirê bombebaran kir. Girê Berkel ê li başûrê Kobanê jî bi obîsan hat topbarankirin.

(bb)

ANHA