Rewşa Sûriyeyê ya piştî Esed rojeva rojnameyên erebî ye

Li gorî çavdêran dê Sûriye rûbirûyî qonaxeke dijwar bibe, ji ber ku dê tevlihev bibe û dê gelek valahiyên leşkerî û siyasî çêbin ku dibe ku welat bikeve nav şerekî din ê navxweyî.

Rewşa Sûriyeyê ya piştî Esed rojeva rojnameyên erebî ye
10 kanûn, 2024   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser siberoja Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma Baasê.

‘KÎ DÊ LI SÛRIYEYÊ DESTHILATDARIYÊ BIKE?’

Rojnameya Eşerq El Ewset bi sernavê "Kî dê li Sûriyeyê desthilatdariyê bike?" bal kişande ser vê yekê: "Berjewendiyên Sûriyeyê û herêmê pêwîst dikin ku sîstemeke herêmî ya nû were avakirin ku rewşa metirsîdar kêm bike û dawî li dubendiya tund bîne ku bû sedema bidawîhatina Beşar Esed. Siyaseta lihevhatinê dikare ji bo rejîma nû bibe mifteya ewlehiyê.”

Rojnameyê her wiha diyar kir: "Sûriyeya nû ji serdemeke şêstsalî derketiye û li pêşiya wê gelek arîşeyên navxweyî û derve hene. Dewleta nû dê hewcedarî pere, şîret û sebrê be. Her wiha pêwîstiya wê bi alîkariya mirovî ji dewletên Ereban û dostên xwe heye, ne tenê piştgiriya siyasî.”

‘SÛRIYEYA PIŞTÎ ESED Û PIRSGIRÊKA ARAMIYA HERÊMÎ LI ROJHILATA NAVÎN’

Rojnameya El Ereb a Londonê, bal kişand ser lihevkirina di navbera rejîma berê û hêzên opozîsyona Sûriyê de ku xuya ye li gorî hin lihevhatinên herêmî û garantiyên navneteweyî pêk hatiye. Li gorî analîzkirina hin agahiyên kêm, 3 mercên vê lihevhatinê hebûn.

Yek; derketina biewle ya Beşar Esed û malbata wî ku ew jî pêk hat, bi çûna wî ya Moskovê ku mafê penaberiyê wergirt.

Du; belavkirin û jinavbirina yekîneyên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê û pergalên leşkerî û ewlekarî yên girêdayî wê, da ku rê bidin çekdarên opozîsyona Sûriyeyê ku rewşa leşkerî û ewlehiyê li Sûriyê kontrol bikin.

Sê; hikumeta Sûriyeyê dê berdewam be, li ser pêkanîna erkên xwe yên karîgerî valahiyeke siyasî çênebe ku dibe sedema teliheviyê ku hemû aliyên hundir û derve vê tiştê naxwazin û naxwazin Sûriye bikeve şerekî navxweyî yê nû.

Rojnameyê her wiha diyar kir: “Dîmena Sûriyeyê ya piştî Esed aloz e û rewşa siyasî û leşkerî, gelek valahiyên wê hene. Pêvajoya guherînê bi serkêşiya Ebû Mihemed El Colanî pêk tê ku kesekî xwedî dîrokeke grêdayî terorê ye. Opozîsyona Sûriyeyê jî îro di nava nezelaliya îdeolojîk de ye. Her wiha ev lihevhatinên sist ên heyî û nakokiyên ramyarî û siyasî di navbera aliyên cihêreng de û nebûna biryareke lihevhatineke zelal a herêmî û navneteweyî ji bo avakirina hikumeteke yekgirtî, ev tişt hemû tirsê çêdikin ku şerekî navxweyî çêbe û tenê gelê Sûriyeyê berdêla wê bide.”

(k)