Koşka Dadweriyê li Qamişlo ji nû ve hat vekirin

Îro li bajarê Qamişlo di çarçoveya pêvjoya entegrasyonê, Koşka Dadweriyê ji nû ve hate vekirin, her wiha komîteyek ji 6 kesan ji bo şopandina entegrekirina dadgeh, dadwer û parêzeran û çareserkirina dozên rawestiyayî û wergirtina gilî û dozên welatiyan, bate erkdarkirin.

Koşka Dadweriyê li Qamişlo ji nû ve hat vekirin
Koşka Dadweriyê li Qamişlo ji nû ve hat vekirin
Koşka Dadweriyê li Qamişlo ji nû ve hat vekirin
Koşka Dadweriyê li Qamişlo ji nû ve hat vekirin
Koşka Dadweriyê li Qamişlo ji nû ve hat vekirin
15 mijdar, 2026   14:40
QAMIŞLO

Îro li Qamişlo, Koşka Dadweriyê ku demekê hatibû girtin, bi amadebûna Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Dozgerê Giştî yê Parêzgeha Hesekê Gazî Şêx Îbrahîm û Gerînendeya Herêma Qamişlo Cîhan Hesam û hejmarek dadwer û parêzeran, ji nû ve hate vekirin.

Piştî merasîmê, Dozgerê Giştî Gazî Şêx Îbrahîm bi karmendên Koşka Dadweriyê re civiya û li ser mekanîzmaya xebatê û çareserkirina dozên li herêmê gotûbêj kririn.

Parêzgar Nûredîn Ehmed ragihand ku komîteyek şopandinê ya ji 6 kesan pêk tê ji bo çavdêriya entegerya dadgeh, dadwer û parêzeran hat erkdarkirin.

Di civîneke çapemeniyê de, Serdozgerê Giştî Gazî Şêx Îbrahîm diyar kir ku di hevdîtinê de li ser ji nû ve destpêkirina kar Koşka Dadweriyê ya li bajarê Qamişlo û deverên girêdayî wê ji îro ve hatiye gotûbêjkirin.

Her wiha Şêx Îbrahîm diyar kir ku kar dê ji niha û pê ve li gorî mekanîzmaya berê berdewam bike û dê kar ji bo çareserkirina dozên rawestiyayî were kirin.

(k)

ANHA