Ji xwezayê dermanan çêdike û êşa nexweşan sivik dike

Xalîsa Çelebî di pêvajoya 30 salan de ji giya û pincaran dermanan çêdike û êşên nexweşan sivik dike.

Ji xwezayê dermanan çêdike û êşa nexweşan sivik dike
Ji xwezayê dermanan çêdike û êşa nexweşan sivik dike
Ji xwezayê dermanan çêdike û êşa nexweşan sivik dike
Ji xwezayê dermanan çêdike û êşa nexweşan sivik dike
17 mijdar, 2025   06:20
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Xalîsa Ehmed Çelebî ya 48 salî ji bajarê Hesekê ye, hîna dema ku 10 salî li ber destê jina bi navê Sultana fêrî karên Bijîşkiya Alternatîf bû, anku karê dermankirina bi giya û pincaran.

Der barê destpêka fêrbûna karê dermankirina bi giya û pincaran de Xalîse dibêje: "Wexta ez zarok bûm, min karê dermankirina bi giyayan û dermankirina xwezayî ji hin jinan fêr bûm, min carê li wan dinerî, min li ba xwe der barê her dermankî de têbînî nivîsîn, ta ku ev kar bû beşeke jiyana min a rojane. "

Xalîsa dibêje zanista dermankirina xwezayî zanisteke berfeh û kûr e, ew mîrateyeke bi nirx e ku ji bav û kalan hatiye heta roja îro, tevî pêşketina bijîşkiya nûjen jî, lê heta niha dermankirina xwezayî bi bandor e.

Xalîsa bi dermanên xwezayî nexweşiyên çerm, hestî, ûr û kolon, kezeb, serêş û hin nexweşiyên din derman dike.

Xalîsa çend salan li bajarê Hesekê karê bijîşkiya xwezayî kiriye, piştî ku di sala 1995`an de zewicî çû bajarê Dirbêsiyê, ji wir jî bi hevjînê xwe re çûn paytexta Sûriyeyê Şamê û ta sala 2006ˊan li wir jî karê bijîşkiyê kiriye û di sala 2012`an de vegeriya bajarê Dirbêsiyê û li mala xwe xebatên xwe berdewam kirin. Piştî ku di sala 2018`an de Weqfa Jina Azad a Dirêbêsiyê hat vekirin, Xalîsa jî tev li Weqfê bû.

Der barê xebatên xwe li nava Weqfa Jina Azad de Xalîse dibêje: "Tevlêbûna min a Weqfa Jina Azad guhertineke mezin di xebata min de çêkir, ez îro bêhtir dikarim xizmeta nexweşan bikim, bi taybet xizmeta jinan. "

Li navenda Weqfa Jina Azad gelek beş hene, wek beşê jinan û zarokan, her wiha weqf bi awayekî sistematîk ji bo jinan korsên perwerdeya dermankirina lezgîn, durûtin û kompyûterê vedike û der barê mijarên mîna hevdûberdan, zewaca bi temenê biçûk û pirsgirêkên civakî de jî semîneran li dar dixe.

Xalîsa diyar kir ku nexweş ji hemû bajarên nêzîk ji bo dermankirinê têne ba wê û da zanîn ku di hemû demên rojê de pêşwazya nexweşan dike, ji ber dermankirina xwezayî berî ku kar be ew erkekî mirovî ye.

Xalîsa li ser dermankirina xwezayî pirtûkek nivîsiye, tê de navên dermanan, navên giyayan û awayên çêkirina dermanan nivîsîne. Weqfa Jina Azad niha wê pirtûkê werdigerîne zimanê Kurdî da ku bi Erebî û Kurdî were çapkirin.

Xalîsa hêvê dike ku di demeke nêzîk de peymangeha fêrkirina bijîşkiya xwezayî were vekirin da ku bibe navenda fêrkirina vê cureyê dermankirinê.

Li gorî Xalîsa tevî ku pêşketina bijîşkiya nûjen jî lê hîna gelek kes berê xwe didin dermanên xwezayî. Xalîsa got ku ew jî carê ji naskirina nexweşiyan testên bijîşkî yên nûjen ên wekî Îko, mamografiyê, û tomografiya ji nexweşan dixwaze.

Xalîsa di dawiyê de ji jinan xwest ku bi xwe bawer bin û wiha pê de çû: "Di jiyanê de pir zehmetî hene, lê jin bi têkoşîn û sebrê dikarin hemû zehmetiyan derbas bikin û bi ser bikevin."

(k)

ANHA