Rejîma Îranê kolberek Kurd birîndar kir

Hat ragihandin di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de li devera Hewraman kolberek Kurd birîndar bû.

Rejîma Îranê kolberek Kurd birîndar kir
22 kanûn, 2025   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Kolber News’ê, roja 20’ê Kanûnê kolberek Kurd bi navê Bextiyar Rozbe ku xelkê gundê Tuwesoran a ser bi bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ye, li devera Hewraman di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê birîndar bû.

Hatiye diyarkirin ku ew kolber ji zig û destê xwe bi giranî birîndar bûye û rakirine naxweşxaneyê.

Li gor amaran, di şeş mehên despêkê yên îsal de 17 k olberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin û 20 kolber jî birîndar bûne.