Pezeşkiyan navên wezîrên hikumeta Îranê aşkera kirin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, navên endamên hikumeta xwe ji bo erêkirinê, pêşkêşî parlamentoya Îranê kir.

Pezeşkiyan navên wezîrên hikumeta Îranê aşkera kirin
11 tebax 2024   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, endamên hikûmeta xwe ku yek ji wan jine ji bo erêkirinê pêşkêşî meclîsê kir. Serokê Meclîsê Muhammed Bager Galîbaf, di rûniştinekê de navê 19 endaman parve kir.

Tê texmînkirin ku meclîs wê roja Duşemê dest bi nirxandina lîsteya namzetan bike û ji roja Şemiyê û pê ve pêşkêşî dengdayînê bike. Pezeşkiyan, dîplomatê xwe Abbas Aragçî yê 61 salî weke wezîrê karên derve wezîfedar kir.

Aragçî ku bi vekirîbûna xwe ya ji welatên Rojava tê naskirin, di sala 2015’an de li Viyanayê di pêkanîna peymana navneteweyî ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê de roleke sereke lîst.

Pezeşkiyan, jina bi navê Farzaneh Sadegh ku mezûna plansaziya bajarî ya Wezareta Rê û Bajarvaniyê bû û li Wezareta Îskanê di erkên berpirsyar de wezîfe girtibû, namzet nîşan da. Eger bê erêkirin, ew ê ji dîroka 1979’an a damezrandina komara Îslamî û vir ve bibe duyemîn jina ku ji bo erka wezîrtiyê tê wezîfedarkirin.

Pezeşkiyan, fermandarê Polîsan ku yek ji endamên berê yê Mûhafizên Şoreşê General Eskandar Momenî weke Wezîrê Karên Hundir nîşan da.

Ji bo Wezareta Parastinê jî General Ezîz Nasirzadehî pêşniyar kir.