Rûspiyên Çilaxa, kantonên Firat û Minbicê: Em bi QSD`ê re ne

Rûspiyên êlan û Însiyatîfa Gel a li Çilaxa, kantonên Firat û Minbicê komkujiya ku çekdarên ˊDîfa El Wetenîˊ li kantona Dêrazorê pêk aniye, şermezar kir û gotin bi hevgirtin û yekitiya xwe ew ê li hember hewldanên derxistina fitneyê bisekinin.

Rûspiyên Çilaxa, kantonên Firat û Minbicê: Em bi QSD`ê re ne
Rûspiyên Çilaxa, kantonên Firat û Minbicê: Em bi QSD`ê re ne
Rûspiyên Çilaxa, kantonên Firat û Minbicê: Em bi QSD`ê re ne
11 tebax 2024   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Gel bi beşdariya rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Çilaxa daxuyaniyek da. Rûspiyê qebîleya El Zubeyd a Sûriyeyê û endamê Desteya Rûspiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Raxib El Faris daxuyanî li pêşiya Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) xwend. 

Di daxuyaniyê de rûspiyan û însiyatîfê destnîşan kir ku ew li hember tevahî destwerdan û derxistina fitneyan disekinin û bang li rûspiyên kantona Dêrazorê kir ku piştgiriya `Dîfa El Wetenî` nekin berovajî wê destekê bidin QSD`ê.

Her wiha diyar kir ku divê welat ji komployên derve bê parastin, ji ber ku armancên wan ên dagirkirinê hene. Rûspiyan banga avakirina Sûriyaya demokratîk ji bo tevahî sûriyeyiyan kir.

Rûspiyên êlên Ereb, Kurd û Turkmen ên kantona Firatê jî daxuyaniyek da. Rûspiyê êla El Nasir Nayif El Selal daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Sirînê xwend.

Di daxuyaniyê de rûspiyan destwerdanên derve û hewldanên derxistina fitneyê şermezar kirin û bang li her kesî kir ku piştgiriya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin û berjewendiya welat di ser her tiştî re bigirin.

MINBIC

Rûspiyên êlên kantona Minbicê, pêkhateyên kantonê ji bo şermezarkirina êrişên çekdarên koma ˊDîfa El Wetenî" li qada giştî ya bajarê Minbicê kom bûn. Rûspiyê qebîleya Benî Seîd ya kantona Minbicê Şêx Fehid Şilaş daxuyaniyek xwend. 

Di daxuyaniyê de rûspiyan piştgiriya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û gotin çi ji wan bê xwestin ew amade ne ku ewlehiya welat biparêzin.

Her wiha diyar kirin ku qebîleyên herêmê dê li pêşiya hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bibin mertal.

Di dawiyê de bang li xelkê herêmê hate kirin ku hevgirtî bin, li pişt QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bin da ku ewlehî serwer be.

(şx)

ANHA

ÇILAXA

KOBANÊ