Di êrişên Îsraîlê de 75 rojnamevan hatin qetilkirin

Li gorî rapora Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê; di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de, di nava 2 mehan de 75 rojnamevanan jiyana xwe ji dest da, nêzî 80 xebatkarên çapemeniyê birîndar bûn, 43 rojnamevan jî hatin binçavkirin û girtin.

Di êrişên Îsraîlê de 75 rojnamevan hatin qetilkirin
7 kanûn, 2023   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê der barê rojnamevanên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane, ên hatine binçavkirin, birîndar bûne û malên xwe winda kirin de raporek weşand. Li gorî raporê; di êrişên ku 2 meh in berdewam dikin de heta niha 75 rojnamevan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 80 rojnamevan jî birîndar bûne. 2 rojnamevan jî winda ne.

 ‘MALÊN 60 ROJNAMEVANAN HATIN BOMBEKIRIN

Raporê teqez kir ku Îsraîlê di êrişên xwe de bi sedan tawanên şer û binpêkirin pêk anîne ku bi hezaran sivîl hatine kuştin, bi deh hezaran kesên din jî birîndar bûne. Di raporê de hat ragihandin ku di êrişan de navendên çapemeniyê yên ku malbat û xizmên xwe winda kirine jî hatine rûxandin, malên 60 malbatên rojnamevanan hatine bombekirin û 63 sazî û buroyên çapemeniyê hatine rûxandin.

′43 ROJNAMEVAN HATIN BINÇAVKIRIN AN JÎ GIRTIN

Di raporê de hat ragihandin ku ji ber xisara di êrişan de gihîştiye 25 radyoyên herêmî ku yek li Şerîaya Rojava ya dagirkirî û 24 jî li Zivala Xezayê ne astengî derketine û 3 saziyên çapemeniyê ji aliyê rêveberiya Îsraîlê ve hatine girtin. Di vê pêvajoyê de 41 jê li Şerîaya Rojava 43 rojnamevan ku 2 jê li Xezayê bûn hatin binçavkirin û girtin.

BERPIRSÊ MIRINA ROJNAMEVANAN ÎSRAÎL E

Di raporê de hat destnîşankirin ku Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê ji bo ewlekariya rojnamevanan, ji bo ku bikaribin pîşeyê xwe bimeşînin, parastina navneteweyî û her wiha ji mirina rojnamevanên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane, Îsraîl berpirsiyar bihesibîne bi giranî xebatên xwe didomîne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku daxuyaniyên rayedarên Îsraîlî yên li ser kêmbûna delîlên ku nîşan didin rojnamevan bi qestî hatine hedefgirtin, parçeyek ji derewên Îsraîlê ye û hat diyarkirin ku rastiyên li qadê van berevaniyan red dikin.

Di raporê de navên rojnamevanên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin dayîn.