Rojnameyên Erebî: Peymana QSD û Şam derfetê ji bo pêkhateyên din vedike

Rojnameyên Erebî Peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de diyar kirin peyman dikare berferh bibe û hemû pêkhateyên din bigire nav xwe. danûstandinên Ukrayna û Rûsiyayê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên Erebî: Peymana QSD û Şam derfetê ji bo pêkhateyên din vedike
18 sibat, 2026   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yê îro li ser peymana di navbera QSD`ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, pêşketinên di danûstandinên Ukrayna û Rûsyê û tevgera dîplomatîk a di navbera Washington û Tehranê de, nivîsîn.

LIHEVKIRINA BI KURDAN RE DERIYÊ BERFIREHKIRINA HEVKARIYÊ BI PÊKHTEYÊN DIN ÊN LI SÛRIYEYÊ VEDIKE

Di derbarê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya El Ereb a li Londonê pêşniyar kir ku peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û QSD de dikare bibe modelek ku were berfireh kirin da ku pêkhateyên din, wekî Durzî, Ermenî û Tirkmen, di çarçoveya dewletek yekgirtî de bigire nav xwe.

Rojnameyê bal kişand ser banga Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio ji Şamê re ji bo gihîştina lihevkirinên mîna wê bi pêkhateyên din re, , ku ev yek razîbûna Washingtonê ji pêvajoya heyî nîşan dide.

Rojnameyê nivîsî ku pêkanîna vê modelê hewce dike ku taybetmendiyên dîrokî û siyasî yên her pêkhateyê werin berçavgirtin û çarçoveyên qanûnî yên zelal werin danîn. Her wiha hişyarî da ku ferzkirina yekreng bêyî berçavgirtina cudahîyan dikare bibe sedema arîşeyên nû.

GERA DANÛSTANDINAN A GIRÎNG

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser gera sêyemîn a danûstandinan li ser şerê Ukraynayê li Cenevreyê, û ew wekî derfeteke girîng nirixand.

Rojnameyê bal kişand ser zexta ku Serokê DYA`ê Donald Trump dike da ku Kîevê ber bi çareseriyekê ve bibe, di heman demê de Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy israr kir li ser garantiyên zelal, Rûsiya jî êrişên xwe berdewam dike.

DANÛSTANDINÊN NÛ DI NAVBERA DYA`Ê Û ÎRANÊ DE... LIHEVKIRIN LÊ ŞER?

Der barê dosyaya Îran û DYA`ê de , rojnameya El Nahar behsa atmosfera gera nû ya danûstandinan li Cenevreyê, kir. Rojnameyê behsa geşbîniya Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqchi derbarê îhtîmala pêşketinê ber bi peymanekê ve kir. lê di heman demê de Îsraîl şertên xwe yên hişk ên têkildarî bernameyên nukleerî û mûşekan domand. Rojnameyê behsa "vebijarka sêyem" kir, ango peymanek taktîkî bêyî çareseriyek berfireh, pêk were da ku aloziyê kêm dike. Ev yek dê her du alî ji pevçûnek vekirî dûr bixe.

(k)