Kobanê 30 roj in dorpêçkirî ye

Îro dorpêçkirina Kobaniyê ket roja xwe ya 30`mîn, şêniyan banga vekirina rêyan û gihandina alîkariya mirovî bo bajêr kir.

Kobanê 30 roj in dorpêçkirî ye
18 sibat, 2026   10:59
KOBANÊ

Komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji 20`ê Çileyê ve bajarê Kobanê dorpêç kirine, ku bûye sedema xirabûna rewşa zêdetirî 600 hezar sivîlan li bajêr û gundewarên derdora wê.

Rê girtî ne, derfet nayê dayin xwarin û pêdiviyên bijîşkî derbas bibin. Nexweşxane ji ber kêmbûna dermanan, bi taybet ji bo nexweşiyên kronîk û rewşên awarte, bi derfertên herî kêm dixebitin.

Şîrê zarokan hema hema tune ye, jiyana bi sedan pitikan di xeteriyê de ye. Berdewamiya dorpêçê dê bibe sedema zêdebûna rêjeyên nexweşî û kêmxwarinê, bi taybet di nav zarok û extiyaran de.

Dorpêçkirin her wiha bûye sedema kêmbûna pêdiviyên germkirinê, ku êşa şêniyan, bi taybet di kamp û stargehan de, girantir kiriye.

Şêniyan daxwaza vekirina korîdorên mirovî kir da ku xwarin, derman û sotemenî derbasî herêmê bibin, û diyar kirin ku dorpêçkirina berdewam binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan ên bingehîn e.

(k)