Xelkên Kobanê: Em ê ti carî nehêlin dijmin derbasî axa me bibe

Xelkên Kobanê di çarçoveya seferberiya ku Rêveberiya Xweser 18’ê Çileyê de ragihandibû parastina xwe didomînin.

Xelkên Kobanê: Em ê ti carî nehêlin dijmin derbasî axa me bibe
Xelkên Kobanê: Em ê ti carî nehêlin dijmin derbasî axa me bibe
Xelkên Kobanê: Em ê ti carî nehêlin dijmin derbasî axa me bibe
Xelkên Kobanê: Em ê ti carî nehêlin dijmin derbasî axa me bibe
Xelkên Kobanê: Em ê ti carî nehêlin dijmin derbasî axa me bibe
Xelkên Kobanê: Em ê ti carî nehêlin dijmin derbasî axa me bibe
Xelkên Kobanê: Em ê ti carî nehêlin dijmin derbasî axa me bibe
18 sibat, 2026   09:49
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Xelkên gundên Telikê yê rojavayê bajarê Kobanê jî berxwedan û parastina axa xwe ji ajansa me re axivîn.

Sebîhe Hisên diyar kir ku dema şer li herêmê dest pê kiriye û heta niha parastina gundê xwe dikin û wiha got: "Ji dema ku şer destpê kir û em nobetê digrin û parastina xwe dikin. Em tu carî serî xwe ji dijmin re natewînin. Em dayîkên şehîdanin, em ê her tim li pey mîrasa şehîdên xwe bin û li berxwe bidin."

Harûn Hîşam Mihemed jî destnîşan kir ku wan şev û rojên xwe kiriiye yek û parastina axa xwe dikin û wiha got: "Bi kal, pîr û ciwanên gundê Telikê em derdikevin û parastina axa xwe dikin. Ev axa axa me ye û em ê her tim li hemberî êrişên dijmin berxwedana xwe xurtir bikin û li ber xwe bidin hata kêliya serkeftinê, wê her tim serkeftin ya gelê Kurd bê."

Elî Xelîl jî biryardariya parastina axa xwe bi van gotinan anî ziman: "Divê hemû kesên Kurd destê xwe di destê hev du kin û li hemberî dijmin li ber xwe bidin û planên dijmin têk bibin. Em ê tu carî nehêlin dijmin derbasî axa me bibe, ji ber ku ev axa me ya bav û kalên me ye. Em ê li ber xwe bidin û ji zarokên 7 heta 70 salî li ber xwe bidin û parastina axa xwe bikin."

ANHA