Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû

Hezkirina welat û xwedîderketina li erka parastina wî, hişt Diyar Qamişlo ji sahneyan berê xwe bide çeperên şer û bibe dilsoziyê welatê xwe.

Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
Diyar Qamişlo dilsozê welatê xwe bû
2 ÇILE, 2026   05:55
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Bîlal Îbrahîm xwedî dengekî zelal û bişirîna germ ji zarokatiya xwe ve li ser sahneyan ji hêvî û azadiyê re distra û li çeperên şer jî bi îradeyeke bêhempa li hemberî metirsiyan disekinî.

Bîlal Îbrahîm (Diyar Qamişlo) di 1994'an de li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê ya kantona Cizîrê ji dayik bûye û di malbateke welatparêz û kedkar de mezin bûye. Diyar ji zarokatiya xwe ve ji zanist û hunerê re nêzîk bû û zarokekî çalak, berpirsyar û hestiyar bû.

Diyar di 2009'an de tev li Koma Botan bû, niha jî ew kom girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ye. Di komê de Diyar ê herî biçûk û bi bandor bû. Tevgera wî li ser sahneyê jî peyama coş û azadiyê dida cemaweran.

Hevala wî ya komê Bêrîvan Botan got: “Ji cara yekê ve ku straye min hest kir ku derdora me tev zindî bû. Şiyaneke wî ya taybet heye ku dikare balê bikişîne. Her tim wî han dida me ku em di asta herî baş de bin. Dil û ruhê wî di her stranekê de hebû. Kî li dengê wî guhdar bike dê bi baweriya azadî û rûmetê hest bike."

Bêrîvan Botan wiha domand: "Di provayan de her kêliyek tê bîra min ku çawa han dida me, em dikenandin û piştgirî dida me ku em di stran û hunerê de pêş bikevin. Dengê wî dil dilerizandin û di dengê wî de peyameke niştimanî nîşan dibû, tevgera destên wî jî ji me re digot ku her çiqas rewş giran bin jî dîsa em dikarin guhartinê pêk bînin."

Diyar ji welat derneket û gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin û îşkencekirin lê dîsa jî dev ji baweriya xwe ya nîştimanî berneda. Di 4'ê Tebaxa 2023'yan de hevalê wî Diyar şehîd bû û navê wî rakir.

Di destpêka şoreşa Rojava de Diyar tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû û şopa şehîdan domand.

Diyar Şoreş, Berzan Qamişlo, Hîwa Qamişlo û Orhan Qamişlo di 4'ê Tebaxa 2023'yan de di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê de şehîd bûn.

Dayika şehîd Diyar, Senîha Hewas got: "Hezkirina min ji wî re ji hemû peyvan mezintir bû. Wî ji min re nedigot 'dayê' digot 'dayika Bîlal'. Ji zarokatiya xwe ve dilê wî xurt bû û ji her kesê derdora xwe hez dikir. Her tim kesên din datîna pêşiya xwe. Tu carî tirs nedizanî. Wî hevalên xwe diparastin û zilm qebûl nedikir. Ez soz didim kurê xwe ku ez rêya bidomînim û doza şehîdan û armancên wî bernedim."

Senîha Hewas got ku şehîd Diyar di jiyana xwe de rastî gelek zehmetî, êş û îşkenceyê hat lê dîsa jî dev ji xebata xwe berneda û her tim digot ku welat ji her tiştî girîngtir e. Dilê wî camêr bû hem ji malbat, hem ji heval hem jî ji welatê xwe re. Ev ruh tu carî namire."

‘ŞER BERDEWAMA HUNERÊ YE’

Diyar di gelek eniyan de cih girt, wekî Girê Spî, Serêkaniyê û Til Temirê. Hevrêyê wî Ehmed Ebdulwahid got: "Di her kêlî de ew heval, bira û hevrê bû. Di enî û çeperên li pêş de her tim ew li pêş bû û han dida yên derdora xwe. Min ji wî fedakarî û dilsozî nas kir. Ew ne tenê şervanek bû ew ruhek bû ku enerjî û coş li her derê belav dikir."

Ehmed wiha domand: "Dema me li Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temir şer dikir em rastî rewşên herî zehmet dihatin lê tevî wê jî ew her tim dibişirî. Wî dihişt em bi serkeftinê bawer bin. Xebera şehadeta wî ji me re şokek bû, ez bawer nakim ku ew şehîd bûye. Wî mîraseke ku nayê jibîrkirin hişt."

BÎRANÎNÊN HUNER Û BERXWEDANÊ

Diyar Qamişlo di bîra hevrê û hevalên xwe de bîranînên mayînde hiştin. Bêrîvan Botan got: "Wî her deverek ku lê disekinî vediguhast fezayek ku jiyanê tê de lêdida. Di her minasebetê de nîşana serkeftinê bilind dikir. Stranên li ser azadî û lehengiyê di dilê xwe de hildianî. Tevî temenê wî yê biçûk lê xwedî îrade û hêz bû. Her kesê ku pê re straye ruhê wî hest kiriye. Her kesê ku ew li ser sahneyê dîtiye jî hest kiriye ku ew li pêşiya nimûneya lehengî û afirîneriyê ye."

ÇÛYÎN Û MAYÎNA ŞOPÊ

Diyar Qamişlo di 2'yê Çileya 2025'an de li nêzî bendava Tişrînê di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bû.

Bêrîvan Botan got: "Çûyîna wî ji bo hemiyan şok bû. Lê ew di nav me de wekî sembola lehengî, huner û dilsoziyê ma. Îsrara wî ya parastina mafan di dilê her kesî de maye. Navê wî dê nimûneya welatparêziyê bimîne. Diyar Qamişlo çû lê belê deng, bişirîn û ruhê wî yên li ser sahneyan û di çeperan de her di bîra me tevan de ne."

(mh)

ANHA