Pexşan Ezîzî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Buhayê azadiyê giran e

Parêzvana mafê mirovan û rojnamevan Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye, bi nameyekê bal kişand ku buhayê azadiyê giran e û got: “Heta can neye dayîn, azadî pêk nayê. Sûcê me girêdana bi Jin, Jiyan Azadî re ye”.

Pexşan Ezîzî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Buhayê azadiyê giran e
29 tîrmeh 2024   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevan Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’Yan de li bajaroka Harazî ya paytexta Îran Tehranê hatibû binçavkirin û piştî 4 mehên bi êşkenceyê, 11’ê Kanûna 2023’an hate girtin û ew birin girîtgeha Evîn.

23’ê Tîrmehê 2024'an ji aliyê 26’emîn şaxa dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Piştî biryara dadgehê gelek rêxsitinên jinan û mafê mirovna, her wiha rojnamevanan nerazîbûn nîşandan û banga têkoşina dijî darvekirê kirin.

Di vê navberê de Pexşan Ezezî, ji girtîgehê nameyek ji bo raya giştî şand.

Name wiha ye:

“VEŞARTINA RASTIYÊ Û ALTERNATÎFA WÊ

Destên xwe bi dîwarê malzarokê ve girtibû da ku nekeve, li hember dermanên jiberxistinê berxwe dida. Ji zaroktiyê ve ji bo mayînê û bi dengê dayika êşkişandî ku dersên berxwedanê û jiyanê dida, çawa bûnê mezin dikir:

“boyet debestim ta xûy pê bigrî, nek ta min mawim le benda bimrî.”

Ez te girê didim da ku tu fêr bibî, ne ku heta ez heme tu di bendê de bimirî.

Di navbera jiyan û demê de şerek diqewime!

Destên xwe bi dîwarê odeya girtîgehê girtibû da ku nekeve. Demeke dirêj bû ku jibo mayînê û dîtina rêyekê jibo hebûnê û zêdetir çawa bûnê, şev û roj nas nedikir. Bi awayê tirsandinê yê dewletê û bîst çekên li ser serê wan ku bi nêrîna xwe terorîst girtine (ew terorîzma ku tirsandin li ber çavê gel yek ji esasên wê ye)!

Kurê 17 salî ku piştî gelek salan gihiştibû xaltîka xwe, bi bavê xwe, xwişka xwe û zavayê xwe re li erdê dirêj kirine. Dest li paş girêdayî, çek li ser serî, malbateke pîroz (heman malbata pîroz a ku bingehên pîroz ên Komara Îslamî li ser wê ava bûne) bi siwarkirina li ser piştê wan bi zincîr dikişînin. Keneke ku nîşana hêz û serkeftina “dewleta malbatê” ye; operasyon bi serkeftî pêk hat.

BER BI JOR VE DIÇIN Û JORTIR

Dîmenên kuştin û belavbûna bi hezaran malbatan li ber çavên wê wek fîlmeke trajedîk derbas dibin. Di lawaziya laşî ya giran de destên wê bi dîwarê hucreya 33 a girtîgeha Êvînê li jor ve girê didin. Heman hucreya ku di 2010 de jî bi heman tawanê “Kurd bûn” û “jin bûn” û hewldana “xwe bûnê”, girtibûn. Dengê kuxuka bavê ku sê caran sekteya dil kiribû, ji ber penceşêrê, nû emeliyat bûbû û laşê wî hê şopa gulleyên dehsala 80’î dikişand, ji beşa 4’an dibihîze. Û ji beşên din, dengê hawar û qîrîna xwişkekê ku gelek caran daxwaza dîtina tenê zarokê xwe yê tirsiyayî dike.

Di heman roja yekem a lêpirsînê de, pêşniyara ne dadgehîkirina dosyeyê û çareserkirina her tiştî bêdeng tê dayîn! Pêşniyarek ku nagihîje encam. Gelek caran di lêpirsînê de bi dar ve dikirin, 10 metreyan dişandin binê erdê, dîsa derdixistin û ji binê erdê derdixistin. Wek keseke ku di civakê de bêhêvî û têkçûyî bûye nîşan didan!

Bîra dîrokî ya ku tijî jiqewimîna van bûyeran e! Wêjeyeke ku ji destpêka zaroktiyê ve bi jiyana li Kurdistanê de li gel wê ne xerîb bû. Ji zaroktiyê ve mohra cudaxwazî û cinsê duyemîn û ne welatî lê xistibûn. An diviya li pey îsbatkirina ne wê yekê bi penaberbûna hembêza “yên din” be (ku ji berê ve wek sînordarek, navend, sînorê xwe pê re diyar kiribû), an jî diviya bi serfirazî li pey xizmeta gel be. Erê, em ji bo hêza navendî biçûk in, ne hejmarek in, lê ji bo hukmên dadgehê, ya herî mezin û ya herî giran in…

Zihniyeta dewlet-neteweyê ku ji bo mayîna xwe ji bikaranîna şêweyên herî tundûtûj venakişe; ji nû ve afirandina desthilatdarî û tundiyê…

Oryantalîzmek ku cih nas nake! Her cure zêhniyeta navendparêzî û otorîterî ku di navbera xwe û yên din de cudahiyê datîne û di derxistina qeraxê û mînîmalîzekirinê de (cewher-avahî) ji bikaranîna tu siyaset û tundiyê xwe venakişîne.

Nêzîkatiya madî û objektîv (ne rastbîn) bi rastiyên civakî (ew rastiya herî mezin a ku di dirêjahiya dîrokê de hatiye înkarkirin û siyasetên tunekirin li ser hatine sepandin), û ev tê wateya zanisteke pozîtîvîst (ne civaknasî ku zanisteke pir aloze), bêguman ev tê wateya gavavêtin û kirina li gorî stratejiya modernîteya kapîtalîst (ne antî-kapîtalîst) e.

Di halekî de ku bi heman stratejiya modernîteya kapîtalîst li herêma Rojhilata Navîn, laş û bedena Kurdistanê ji hev parçe kirin û heman Kurd ji roja jidayikbûna xwe ve bi mora cudaxwaziyê hatin morkirin! Kurdistan civakeke zindî ye ku di dirêjahiya dîrokê de, tu dewlet nekariye wê bixe bin kontrola xwe. Cudahiya bingehîn a civaka hevdem a Kurd, derbasbûna ji nasyonalîzmê û gihîştina civaka sosyalîst e.

Ne bi înkarkirin û dijminahiyê, lê bi rêzgirtina li hemû baweriyên…

Têkoşîna li dijî cudaxwaziyê, pêwîstiya afirandina garantiyeke statûyê ye. Ewa ku mirovê Kurd bi mora cudaxwaziyê li ser, tê sûcdarkirin.

CAREKE DIN DI LÊPIRSÎNÊ DE, BÊHÊVÎBÛNA CIVAKÎ Û TÊKÇÛNA WÊ TÎNIN BÎRA WÊ.

Rewşeke trajîk-komîk bi komek mirovên pragmatîst û pozîtîvîst! ku rojane bi şêwe û sepandina siyaseta xwe, modernîteya kapîtalîst xwedî dikin. Pirsgirêka me nasnameyî ye û ne ewlehî! Li cihek ku ji bo parastina ewlehiya neteweyî, pirsgirêkên nasnameyî û ewlehiya civakî tên înkarkirin û tên redkirin, û heta jî wêdetir, ewên ku divê pirsgirêkan çareser bikin, bi xwe pirsgirêkên kûr ên kesayetî hene, heta wê astê ku hemû pirsgirêk ji wan re kesane dibe, û bi vî awayî krîz digihîje lûtkeya xwe!

Mirov bi zayenda xwe (yekem aliyê têgihîştina wî), bi zimanê xwe, çand û hunera xwe, rêveberiya xwe, awayê jiyana xwe û bi azadî û bi giştî îdeolojiya xwe mirov e. Dema ku her yek ji van aliyan di jiyanê de hat rakirin, êdî cih ji bo jiyaneke mirovî namîne. Eger tu îradeya jinê wek mirovekê û rêzdariya wê ji holê rakî, êdî îmkana jiyaneke azad namîne û ev tê wateya kêmbûna ji pîvanên mirovî-exlaqî û siyasî. Li cihek ku jiyan bi nasnameya xwe, ji wateyê vala dibe, şêweyeke parastinê digire û jiyan dikeve qonaxa serîhildanê.

Hemû cure heqaret, bêrûmetkirin û gef di rewşa herî xirab a bedenî de ku encama grewên berdewam û zextên nasnameyî-dîrokî ne, ji nû ve dest pê dikin. Bêdengiya çend mehî ya ku dibe hawar: Ez ne terorîstim. Kulm û mistên lêpirsyar ku wek dewletmêrek her car desthilatdariya xwe nîşan dide, tên avêtin, dengek ku dibe hawar, çima tu rastiyê diveşêrî?!

Rastiya civakî ya herî mezin, ango jin û nasnameya wê, Kurd bûn, jiyan û azadî we veşartiye, kîjan rastî û kîjan veşartina rastiyê?!

Înkarkirin, tunekirin, asîmîlasyon, ew siyasetên ku bi awayekî sîstematîk bûne sedemên derketina holê ya zirarên civakî yên herî xirab û her cure lêgerîna rastiyê wek dijberiya xwe û têkoşîna li dijî yên din dibîne û bi heman siyasetan dîsa lêpirsîn tê kirin û pêvajoyeke ku tenê ger û çerxek e (pûç)!

Deyndarê gel bûn û pêkanîna xizmetên civakî-exlaqî li derveyî sînorên dewlet-neteweyê wek sûc dibîne û senaryoyan çêdike (gelek caran gef li senaryoyên din tên xwarin ji bo jê birina baweriya civakî!) Bêxeber ji wê yekê ku demokratîzekirina civakekê li derveyî sînorên dewlet-neteweyê pêk tê û avakirina civakeke exlaqî-siyasî, çalakî di rêya sererastkirina siyasetên seqet ên dewletê de ye.

Ji ber ku zêhniyeta otorîter, zayendperest û olperest ku ji xeta dewlet-neteweyê (ji rojava heta rojhilat) derketiye, bi xwe sedema krîzên civakî-siyasî-aborî û çandî ye û bêguman tiştê ku sedem be, bi xwe jî nikare çareseriya wê be. Ev gel bi xwe ye ku wê îrade û hişmendiya pêwîst a civakî, siyasî ji bo derketina ji krîzê heye. Veşartina rastiya civaka jinan û Kurdan û hemû civakên hatine qeraxkirin, ketina nav çewtkirin û ew jî çewtkirineke dîrokî ye, û ev bi xwe veşartina herî mezin a rastiyê ye.

Înkarkirineke dîrokî ye û ne çareserkirina pirsgirêkê. Heta di pênasekirina pirsgirêkê de, pirsgirêka we heye û di pêşkêşkirina çareseriyê de bêçare ne…

Ev ne tenê Kurd e ku xwedî pirsgirêk e. Pirsgirêk bi rastiya di rewşa berdewam de têkildar e. Naveroka pirsgirêkê ji çavan veşartî maye û lêkolîn û lêgerîn di vê derbarê de bêwate kirine. Vekolîna rastiya civakî divê bi rêyên zanistîtir, felsefîtir, rasttir û civakîtir pêk were.

Divê sekinên nêzîktir ji rastiyê werin girtin. Çareserkirina pirsgirêkê bi awayekî rûyekî li şûna çareserkirina rastîn, tu carî nikare bibe çareserî. Tune kirina potansiyela jinan û civakên ku hatin dûrxistin ji tirsa gefa ye, di rewşekê de ku demokrasî û siyaset tu carî divê ji rastiyên civakî yên kûr ku xwedî bîranîneke dîrokî ya ji bilî jenosîd, înkar û tunekirinê ne, netirsin.

Siyaset di wateya xwe ya rastîn de rast wê demê heye ku ew ên ku di aliyê din de ne tê de beşdar dibin. Hêza hemûyan, hêza gelê ku tiştek tune ye, li cihek ku gelê ku tu difikirî ji bo siyasetê nehatine afirandin, dikevin nav siyasetê de, ne cihê tirsê ye ne jî cihê gefê, biryar digirin û nîşan didin ku şiyana wan heye. Divê gotina deshilatdar bibe motîfek ji bo lêgerîna rastiyê, avakirina îradeyê; ev ku hem rê û hem rêwî û nasnameya wî li gorî navend û desthilatdariyê şekil bidî, ne demokrasî ye, ev binpêkirina demokrasiyê ye.

Dadperwerî ne cezakirina bi wan qanûnan e ku bi xwe sedema krîzan in. Ji ber ku yê din encam e. Dadperwerî, danîna tiştekî ji kesekî re ye ku layiqê wê be, ango nasnameya wî. Ew ê ku mirin, xizanî, îstîsmar, quretî, durûtiyê dide ew bi xwe jî ceza bike, em bibêjin dadwerî hat bicihkirin û rastî hat ziman û yê din rastiyê veşartî dihêle, çi wateyê dikare hebe?! “Navend/Merkez” û “Sînor/Merz” cudahiya wan di yek “Ke” de ye, bi wateya veşartina rastiyê ku ew jî di “Navend/Merkez” de veşartî ye.

HUCREYEKE KU MEHAN E PÊ RE TENÊ YE.

Bê pirtûk, bê têkilî û hevdîtin, bi xwînrijiyên berdewam û grev, nebûna tenduristiyê bi awayekî ku êdî nikare birêve here. Lêpirsînên li pey hev ji bo îqrar û îtîrafa li ser tiştê ku tune, valakirina zaniyariyan ku li gorî xwe bi qîmet in û bûna mirovekî “din”! Karê wan çi ye ji bilî kêmkirina hêz û enerjiyê ji bo hevkarîkirin, bi xwe re bi dengekî bilind dubare dike, dilopeke biçûk ji deryayeke mezin ku tucarî nasekine.

Lingên xwe masaj dike da ku bikaribe demeke din jî li ser piyan bisekine, radibe û dikeve. Di van pênc mehan de çend caran ezmûna çûna heta sînorê “tunebûnê” hebûye. Tê pêşbînîkirin. Em bi van hilkişîn û dakişînan meş hîn bûne, wateya jiyanê ev e, êşa ku mirov nekuje mirov wê xurttir bike. Ji zaroktiyê ve û zêdetir jî li ser wê, jiyana li sînor bi çîrok û helbest û stranên zaroktiya me, xiyanet û qehremanî, evîn û nefret, mirin û jiyan me bi awayekî din jiyaye. Jiyana li sînorê hebûn û tunebûnê me bi hemû hebûna xwe hîs kiriye, me jiyaye. Êdî ne tenê dema hebûnê ye, belkî çawa jiyîn e.

Wê demê ku em mehkûm hatine dunyayê, divê em hemû temenê xwe li pey îsbatkirina xwe bin. Ne xwe bin, lê divê xwe bin.

Bêhna şewitîn û xwînê hemû Rojhilata Navîn girtiye. Bi her yekî re, yê din careke din li ber çavên wê tê xuyakirin. Yekem cendekê ku dît di 18 saliya xwe de bû ku Xedîce serûpa şewitî bi destê mêr û birayê mêrê xwe, destên wê girêdayî û jiyana wê hatibû şewitandin. Çîrokên rastîn ên ku dawî li wan nayê. Bi dehan zirarên civakî yên din ku li gorî kar û zanîngeha xwe ji nêzîk ve bi wan re têkildar bûye û rewşa civakê nîgar dikir. Bi dehan jin û zarokên ku di êrîşa DAIŞê de, mêr, bira û bavên wan li ber çavên wan serjêkirî bûn, keçên ku hatibûn dîlgirtin û gelek caran tecawiz li wan hatibû kirin û beşek ji wan xwe şewitandin.

Dayikên zarok li hembêz ku şîr di sîngên wan de zuwa bû, zarokên pêxwas ku bi sedan kes serê xwe li ser kevirên kevirkirinan danîn û zuwa bûn. Bi dehan jinên têkoşer ku bi êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ji aliyekî ve û DAIŞê ji aliyê din ve termên wan şewitîn û ji hev belav bûn. Têkoşerên ku ji bo Xedîceyan û zarok û dayikên şewat canfîda bûn.

JI XEWÊ VEDICINIQE, NIKARE RABE, VEDIRIŞE… VERIŞÎNEKE DÎROKÎ…

Li Rojhilata Navîn krîz ji şiklê trajîkê ve zêdetir çûye. Hemû jiyana civakî hejandiye û herêm bi stratejiya modernîteya kapîtalîst bi nêrîna oryantalîst û siyasetên seqet û binpêker li herêmê ku li gorî stratejiya cîhanî pêşve diçe, tijî şer ş xwîn rejandnê bûye.

Bi zorê li ser kursiyê cih girt, gef û heqaret dîsa ji nû ve dest pê dikin. Li ser destên wê şopa birîneke kûr ji sere maye. Çima deh salan çûyî Sûriyeyê, çima neçûyî Ewropayê?!

Di binê pirsê de, kişandin û cazîbeya Ewropa û Rojava kûr tê hîskirin. Weke ku ji xewnên xwe digotin an jî ber bi wî tiştî ve diçûn ku dijî wê bûn! Li wir ku em hene, em tune ne û dema ku çûn divê em hebin!

Piştî bêhêvîbûn û têkçûna we di dosyeya 2010’an de ku îdîaya serkeftinê dikin, lê min li derveyî sînorên çêkirî xizmet ji mirovahiyê re kir û hûn hê jî heman lêpirsyarê 2010’an in ku heta nebûn serpirsyar jî! Ji ber tunebûna fezayeke siyasî-civakî ya saxlem, bi hezaran kîlometreyan ji welatê xwe dûr ketim. Wateya jiyanê bêwate bûbû. Dûr ketim da ku biçim cihekî ku dîsa yê min e (wek ku we gotibû, Kurdistana Sûriyeyê ya me ye, Kurdistana Iraqê û Kurdistana Tirkiyeyê ya me ye!) Wê çaxê ez neçûm cihekî cuda ji “malê” xwe. Helbet eger ya we be ne ya me?! Cihekî din ji Rojhilata Navîn ku şoreşek tê de diqewime. Xewn nayên kuştin. Sîstemeke alternatîf û demokratîk ku bi berxwedana sedsalê ango Kobanê (ku helbet mesele tenê şeririn nebû belkî îdeolojîk bû) gihîşt lûtkeya xwe û jibo tevahiya herêmê û cîhanê bû xaleke wergêr. Destpêka beşeke nû ya demokratîzekirinê.

Digel hemû êş û zehmetiyan, kar di kampên koçberên şer de dikare mezintirîn xizmeta exlaqî-wijdanî be ji bo civakeke ku salan di bin înkar û tunekirinê de bûye. Pêkanîna peywira xizmetkariya civakî ku bi derbasbûna ji sînoran re dibe şoreşgerî!

DENG BILIND DIBE: HER KESÊ LI WIR ENDAMÊ KOMIKA PKKÊ YE?

Yanî milyonan kes PKK ne. Nexwe komik çi ye? Baweriya bi felsefa Rêber Apo ku wek civaknasek şîroveyên kûr ji fezaya Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşkêş kiriye û bi komployeke navneteweyî ya 1999’an, niha 25 sal e ku di girtîgeha takekesî ya Îmraliyê de ye, min şêweyên alîkariyê li derveyî pergala dewlet-netewe hilbijartiye û ev şeref e. Pênaseya we ji pirsgirêkê çewt e.

Bawerî pêşî bi şoreşeke zêhnî û paşê avahî yek ji bingehên şoreşên modernê ye.

Di nav şoreşê de xwezayî ye ku kesayetiyek tê afirandin û şekil digire, xiyanet û qehremanî di rêya pêkanîna berpirsyariyên civakî-siyasî de bêhtir derdikeve pêş. Ji ber ku tu dikevî kûrahiya pirsgirêkên civakî û ji nêzîk ve bi rewşa heyî û pêdiviya girîng a ji bo rêxistinkirina gel re aşina dibî. Bikaranîna şêweyên sîstematîk û jinûveavakirina civakeke exlaqî-siyasî di nav şer de. Li wir ku Îranê bi xwe jî li dijî DAIŞê şer kir. Tu çareseriyên berçavtir û bi nirxa kiryarî ya bilindtir hîn dibî. Heta ku modernîteya demokratîk neyê avakirin, tu carî em nikarin ji mudaxeleya modernîteya kapîtalîst û destwerdana li herêmê rizgar bibin. Divê Rojhilata Navîn dîsa rola xwe ya bingehîn di pêvajoya civakî de ji nû ve detpêbike.

Di dîroka modern a Rojhilata Navîna demokratîk de, hêzên dewlet-netewe û hêza rêveberiya demokratîk bi hev re dilivin; şêweyeke dîyalektîkî ye. Ji bo têgihîştina tevahiyê divê cudahiyên xwecihî werin pejirandin. Ev nayê wateya cudaxwazî û rûxandinê! Wekî ku li Sûriyeyê hêzên demokratîk û şoreşger ên gel şiyana pêwîst a ji bo rûxandinê jî hebû, lê li şûna wê avakirina pergala xwe tercîh kirin û desthilatdariya navendî ya Esed biçûk kirin.

Pergala şoreşê rêya xwe dipîve. Demokratîzekirina malbatê ji bo derbasbûna ji zayendperestiyê, demokratîzekirina olê ji bo derbasbûna ji olperestiyê û ne dijberiya olê, demokratîzekirina hemû saziyên pergalê ji bo astengkirina otorîteriya navendî, avakirina otorîteya hevpar e bêyî ketina xefika dîktatoriyê û paqijkirina kevneşopiyên gelên herêmê ku nasnameya wan e.

Sîstemek ku jin û nasnameya bêpar bibîne û hesab bike, li dijî paradîgmaya nû ya “parçebûnê” ye ku ji roja jidayikbûnê ve pêre tê mehkûmkirin. Ji ber ku baweriya wê bi dewlet û cewherê wê tune ye ku ji derew û xapandina gel û têkçûna zayendî ya jinê hatiye afirandin, ew dubarekirina desthilatdariyê ye.

Hemû çalakî û hewldanên min jibo xizmetkirin û dayîna deyna dîrokî ligor ezmûnên jiyanê û nasnameya dîrokî ya xwe de bûye ji bo guherînên civakî yên ku rêya pêwîst a dîrokî ye. Bêguman rêya rast a gihîştina civakeke demokratîk jî bikaranîna rêbazên demokratîk e ji bo avakirina civakeke exlaqî-siyasî ku gel bi xwe pirsgirêkên civakî bixin ber şêwrê, wan bikin xemên xwe û çareseriyê bibînin, ev bi xwe demokrasî ye!

Xwerêveberiya demokratîk ku bi paradîgmaya netewa demokratîk (hemû neteweyên di nav sînor de) di çarçoveya derketina ji qeyrana kûr a Rojhilata Navîn de, di siyasetên xwe de rêxistinkirina gel bi civaknasiya azadiyê û jinolojiyê dihewîne.

Zanistên ku bi analîza kûr a dîrokî-civakî-siyasî û pêşkêşkirina çareseriyê, li cihek ku gel bi xwe ji bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranên xwe radibin. Komîteyên xwebixwe yên aştî, aborî, perwerde, xizmet, tendurustî, çand û huner, ol û bawerî, ciwan û jinan ava dikin û rojane bi sedan pirsgirêkan di rewşên herî krîtîk ên şer de çareser dikin. Jin û mêr li kêleka hev û bi hevjiyana azad a hevpar û hevserokî, civakeke lawaz û di qeyranê de ji nû ve ava dikin û wateyeke nû didin jiyanê. Ew jiyana ku ji wateya wê vala kirine. Bawerî û îmana qewî bi vê yekê ku ew rêya azadiyê dişopînin û digel hemû zehmetî û êşên şoreşa fikrî, gav bi gav azadiyê dijîn. Xeyalek ku tu cudahiyê naxe navbera Sûriye, Îran, Iraq, Tirkiye, Afxanistan û welatên din ên herêmê û Xezeyê ku li ser jenosîd û xwîna bi hezaran mirovan (ji rojava heta rojhilat) şantaj kirin, ev bi xwe azadî ye.

ew kesê ku di rêya heqîqet û azadiyê de gav avêtiye, wateyeke din daye mirin û jiyanê. Em ne ji mirinê, lê ji jiyana bêrûmet û koletiyê ditirsin. Jiyana azad li wir dest pê dike ku jin (ew kevintirîn kolonî) bi qewîtî û bihêz ji bo şeref û rûmeta xwe, wisa dijîn ku mirinê ji bo jiyana azad hembêz dikin.

Şerîfe Mihemmedî, ez û jinên din ên ku di rêza îdamê de ne, ne yekemîn û ne jî dawîn jinên in ku tenê ji ber lêgerîna jiyaneke azad û bi rûmet hatine mehkûmkirin û tên mehkûmkirin. Lê heta can neyê dayîn, azadî jî pêk nayê. Buhayê azadiyê giran e. Sûcê me girêdana jin, jiyan, azadiyê ye.”

Pexşan Ezîzî

Tîrmeh 2024

Girtîgeha Jinan a Êvîn