Danişîna rojnamevan Silêman Ehmed destpê kir

Li Dadgeha Dihokê, danişîna rojnamevan Silêman Ehmed ku 279 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, destpê kir.

Danişîna rojnamevan Silêman Ehmed destpê kir
29 tîrmeh 2024   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Roj News’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye bû revandin û piştî 211 rojan agahî jê hatibû girtin.

Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 279 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîranê hatibû diyarkirin. Lê carek din danişîn hatibû taloqkirin û ji bo 29’ê Tîrmehê (îro), hatibû diyarkirin.

Li gorî agahiyan di van kêliyan de li Dadgeha Dihokê danişîna Silêman Ehmed destpêkiriye.