`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `

Beşdarên dewreya perwerdeyê ya taybet bi jinan bal kişand ser girîngiya perwerdeyê wiha û got divê di jiyana rojane de were pêkanîn.

`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `
`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `
`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `
`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `
`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `
`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `
`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `
`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `
`Perwerdeya têkildarî mijara jinê ji bo me pêdiviyeke `
18 mijdar, 2025   15:18
QAMIŞLO

Kongra Star di çarçoveya bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de dewreyeke perwerdeyê ji mêran re bi rêxistin kir. Dewreya perwerdeyê ya 21 endamên saziyên sivîl, komîn û Hêzên Asyîşê tev lê bûn, 16’ê Mijdarê li navenda Kongra Star a bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê dest pê kir û 2 rojan dewam kir.

Di roja yekemîn a perwerdeyê de semîner li ser bûyera qetilkirina xwişkên Mîrabal û ragihandina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û cureyên tundiyê hate dayîn.

Di roja duyemîn de qanûna malbatê, qanûna jinan, rola jinan di malên jinan de û rêxistinên jinan û mafên wan di civakê de hatin şîrovekirin.

Di roja duyemîn a dawîn de jî rêziknameya Kongra Star hat şîrovekirin û behsa têkoşîna jinan di hemû qadan de hate kirin.

Beşdaran der barê girîngiya vê perwerdeyê nêrînên xwe anîn ziman.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Baqî Dawê anî ziman ku wî gelek sûd ji perwerdeyê wergirt û got, hewcedariya wan bi waneyên taybet bi jinan heye û got, jin mezin e û jin û mêr hev din temam dikin.

Dawê da zanîn ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan hişt ku rola jinan bêtir fêm bikin  got, qanûna jinan gaveke girîng e û xebata hevbeş jî pêwîst e.

Dawê tundiya mêr a li ser jinan red kir û destnîşan kir ku gelek kar hene ku pêdiviya wan bi sebir û îradeyê hene jin dikin, lê mêr nikarin. Her wiha da zanîn avakirina artêşbûna jinan li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bandoreke erênî çêdike.

Hevserokê Komîna Şehîd Arîn, Merwan Ferman jî bi bîr xist ku jinên Kurd hişmendiya bavikslar şikandin û hebûna xwe di qadên siyasî û leşkerî de pêş xist û bi hêz û îradeyek mezin li eniyên pêş li ber xwe didin.

Merwan Ferman got divê hevjiyana azad were pêşxistin.

Endamê Rêveberiya Trafîkê Elî Xelîl ê ji pêkhteya Ereb destnîşan kir ku waneyên ku ji perwerdeyê girtine hişt ku hişemendiya civakî pêş bikeve û çanda redkirina tundiya li ser jinan bihêz kir. Xelîl got divê mîna semînerên wiha bigihînin tevahiya beşên civakê.

(bb)

ANHA