Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin

Li başûrê Lubnanê di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî wesayîtekê de kesek hat kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin
18 mijdar, 2025   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê îro li başûrê Lubnanê wesayîteke bombebaran kir. Di encamê de kesek hat kuştin. Êriş li ser rêya giştî ya Bin Cibêl û Marûn Ras pêk hat.

Berbanga îro dronekê bombeyek avêt devera Pelda Belîdayê û di encamê de şewat derket. Her wiha hêzên Îsraîlê ku li ser rêya di navbera bajarokên Hewla û Merkeba baregehek ava kiriye, her du bajarok topbaran kirin.

(bb)