Der barê tundiya li ser jinan de perwerdeyek ji bo mêran hate destpêkirin

Di çarçoveya çalakiyên 25‘ê Mijdarê de û bi armanca xurtkirina rola mêran di têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan de, Kongra Star dewreyeke perwerdeyê ji bo mîran da destpêkirin.

Der barê tundiya li ser jinan de perwerdeyek ji bo mêran hate destpêkirin
Der barê tundiya li ser jinan de perwerdeyek ji bo mêran hate destpêkirin
Der barê tundiya li ser jinan de perwerdeyek ji bo mêran hate destpêkirin
Der barê tundiya li ser jinan de perwerdeyek ji bo mêran hate destpêkirin
16 mijdar, 2026   16:28
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, Kongra Star li bajarokê Sêgirê yê Dirbêsiyê dewreyeke perwerdeyê ji mîran re da destpêkirin. 30 mêr ên ku di saziyên sivîl û meclisan de dixebitin, beşdarî perwerdeyê bûne.

Perwerdeya li hola PYD‘yê hatiye organîzekirin dê 3 rojan dom bike, tê de wê waneyên li ser diyardeya tundiya li ser jinan, cûreyên tundiyên, xetere û bandorên wê li ser jin û civakê werin dayîn.

Armanc ji perwerdeyê ew e ku berpirsyartiya mêran a li hemberî tundiya li ser jinan were xurtkirin, têgîn û nêzîkatiyên ku tundiyê pêş dixin werin sererastkirin, her wiha çanda rêzdariya li hemberî jinan û mafên wan û hevjiyana azad werin sepandin.

(bb)