′Pêngava ji Rêbertî re azadî bersiva gelan a li hemberî komployê ye ′

Ji nûnerên Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Telac piştgiriya xwe bi pêngava cîhanî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got: "Ev pêngav bersiva gelan a li hemberî komploya navneteweyî ye."

′Pêngava ji Rêbertî re azadî bersiva gelan a li hemberî komployê ye ′
20 cotmeh, 2023   02:43
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Têkildarî pêngava cîhanî ya ′′Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî" ku  10′ê Cotmehê li 74 navedên cîhanê re hatiye ragihandin, nûnerekî Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Telac axivî.

El Telac  piştgiriya xwe bi pêngavê re anî ziman û got: ′′Fikrê Rêber Abdullah Ocalan çareseriyan ji pirsgirêkên navneteweyî û pergalên kapîtalîst re peyda kirin, lê ev fikr li xweşiya gelek aliyên nehatin, lew ra komplo li dijî wî pêk anîn

Îbrahîm El Telac diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî girtin piştî ku fikrên wî yên bi banga azadkirina gelan belav bûn.

El Telac destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de hişyarî li ser xetereyên ku îro bûne pirsgirêkên cîhanî wekî xetereya pêşesazî, netewperestî û ekolojîk dabû.

El Telac diyar kir ku girankirina tecrîdê tê wateya domandina siyasetên qirkirinê û paşguhkirina gelan û wiha domand: ′′Pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bersiva gelan a li hemberî komplo û siyasetên pergalên cîhanê ne ku sedema aloziyan ne.′′

Nûnerê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ev bang kir: "Divê têkoşîn berdewam bike û zext li hêzên navneteweyî were kirin da ku destwerdanê bikin û Rêbertî bi fîzîkî azad bikin."

 (mh/bb)

ANHA