Li Qamişloyê bi boneya 25`ê Mijdarê meş hate lidarxistin

Kongra Star li taxa Kornîş a Qamişloyê bi boneya 25`ê Mijdarê meşek li dar xist.

Li Qamişloyê bi boneya 25`ê Mijdarê meş hate lidarxistin
Li Qamişloyê bi boneya 25`ê Mijdarê meş hate lidarxistin
Li Qamişloyê bi boneya 25`ê Mijdarê meş hate lidarxistin
Li Qamişloyê bi boneya 25`ê Mijdarê meş hate lidarxistin
Li Qamişloyê bi boneya 25`ê Mijdarê meş hate lidarxistin
Li Qamişloyê bi boneya 25`ê Mijdarê meş hate lidarxistin
16 mijdar, 2026   13:21
QAMIŞLO

Çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşma “Ji bo bidawîanîna tundiya li dijî jinan bibin yek, Jin, Jiyan, Azadî” tên organîzekirin. 

Kongra Star li taxa Kornîş a Qamişloyê meşek bi rêxistin kir.

Di meşê de piştî rêzgirtinê daxuyanî bi erebî û kurdî hate xwendin. Endama meclisa taxa Kornîşê Nadra Îbrahîm bi kurdî xwend û endama Kongra Star a taxa El Tey Yasmîn Îsa bi erebî xwend.

Di daxuyaniyê de hate ziman ku ji her kesî tê xwestin ku li dijî tundiya li ser jinan tê bikoşe. Ew erkeke mirovî, exlaqî, civakî û hiqûqî ye. Tundiya li ser jinan binpêkirina rûmet û mafên jinan e.

Her wiha di daxuyaniyê hate gotin têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê dirûşm e, divê bidome, îradeyê dixwaze û divê xwe biparêzin.

Di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku divê civak li hember zayendperestî û paşguhkirina jinan tê bikoşe û hate gotin: “Heke wekhevî di navbera jin û mêran de nebe, civakeke biedalet û wekhev ava nabe.”

(np)

ANHA