ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2023
20 cotmeh, 2023   02:00

- Ji nûnerên Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Telac piştgiriya xwe bi pêngava cîhanî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got: "Ev pêngav bersiva gelan a li hemberî komploya navneteweyî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber gendelî û zilma di hikumeta Şamê de, Salih Yûisf dev ji karê li gel hikumetê berdide û tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Şehîd Salih Yûif bû nimûneyê pabendiya bi erkê xwe yê niştîmanî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê û Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kirin ku hewldan hene ku têkiliyên Rêveberiya Xweser bi derve re bigihîjin asta naskirina statûya wê û gotin: “Biryara Katalonya deriyên siyasî û dîplomaîk vekirin. Naskirina statûya herêmê niha di rojeva Parlamentoya Baskê de ye jî.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-6 sal di ser rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ′ê re derbas bûn. Di nava 6 salan de pêşketinên mezin di hemû qadan de pêk hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-20′ê Cotmehê salvegera Peymana Edeneyê ya di 1998′an navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de hatiye îmzekirin. Dewleta Tirk a dagirker ev peyman derfet girt û hîna jî ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tîne, gelo vê peymanê çawa bandor li Sûriyeyê kir?Gelo planên dewleta Tirk a dagirker ên dişibin wê peymanê di vê demê de çi ne? (BI WÊNE ).

- Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî Meryem Îbrahîm ku şahidiya komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî jinên Reqayê kir, destnîşan kir ku tola jinan hilînin û fikrê tune bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya ji bo azdiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY′yê ya li bajarê Qamişloyê didome, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê şervanê QSD′ê şehîd Mihemed Salih El Xilêf li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet di 11:00′an de. Li navçeya Til Birakê jî sersaxî ji malbata şehîd re tê xwestin, saet di 17:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk  ji bo piştgiriya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" daxuyaniyekê li Parka 4′ê Nîsanê dide, saet di 12:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê şervanê YPG′ê şehîd Bahoz Heleb li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir dikin, saet di 12:30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şehîd Elî Ebdullah, konê sersaxiyê ji ber mala wî ya vedide, saet di 13:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).a