Şehîd Salih Yûsif nimûneyê welatparêziyê ye

Salih Yûsif ji ber gendelî û zulma di nava hikumeta Şamê de dît, dev ji karê li gel wê berdide û tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe. Şehîd Salih di pêkanîna erkê xwe de nimûn bû.

Şehîd Salih Yûsif nimûneyê welatparêziyê ye
Şehîd Salih Yûsif nimûneyê welatparêziyê ye
Şehîd Salih Yûsif nimûneyê welatparêziyê ye
Şehîd Salih Yûsif nimûneyê welatparêziyê ye
Şehîd Salih Yûsif nimûneyê welatparêziyê ye
Şehîd Salih Yûsif nimûneyê welatparêziyê ye
20 cotmeh, 2023   04:45
HESEKÊ
ARAM EHMED / HENAR ÎBRAHÎM
Di 8'ê Cotmehê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Akademiya Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê ya li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo bombebaran kir. Salih Yûsif jî di nav de, 29 endam Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê di êrişê de şehîd bûn û 28 endam birîndar bûn.

Cenazeyên şehîd Salih Yûsif û hevrêyên wî Lorens Ebdî, Munaf Semîr û Îskender Hiso 11'ê Cotmehê de li Goristana Şehîd Dijwar a li  gundê Dawûdiyê yê Hesekê hatin veşartin.

Salih Yûsif sala 1997'an li bajarokê Til Beyder ê dikeve bakurê bajarê Hesekê ji dayik bûye. 2 keçan (19 û 14 sal) û kurekî (16) hene. Her wiha 7 xwişk û 2 birayên wî hene.

Şehîd Salih Yûsif di 2016'an de li bajarokê xwe tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe, piştre cihê xwe di refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarokê Sêgir de dibe. Piştre jî cihê xwe di nava Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn digire.

Salih beriya  tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bibe, karmendekî hikumeta Şamê bû, lê ji ber zulm û gendeliya di nava saziyên hikumeta Şamê de dibîne, dev jê berdide.

Hevjîna şehîd Salih, Edla Reşad Beşar got: "Li Til Beyderê salekê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ma, piştre Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Sûcan hilbijart. Ji karê xwe pir hez dikin û bi rêk û pêk bi cih dianî. Di heman demê de ji malbat û her sê zarokên xwe hez dikir. Tevî ku ew li akademiyê bû lê dîsa pirsa halê malbatê dikir."

Edla Reşad anî ziman ku şehadeta Salih Yûsif ji bo wê êşek bû û got:"Lê belê em pê serbilind in. Nameya me ev e, berdêl çi dibe bila bibe em ê tola şehîdan hilînin û piştgiriyê bidin hêzên xwe."

Pismamê şehîd, Ebdulqadir Yûsif behsa xusalên şehîd kir û got: "Mirovekî dirust, ji aliyê derdorê ve dihat hezkirin û xwedî exlaqekî bilind bû. Şehadeta wî ji bo me wekî malbat û ji bo şêniyên bajarokê êşek mezin bû.  Em bi şehadeta wî serbilind. Ji malbatê 4 kes şehîd bûne, em hêza xwe ji wan digirin.′′

Ebdulqadir Yûsif bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: "Di serî de dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdoga, dijminên me difkirin ku ew ê bi moşek, tank û êrişên xwe karibin me bipirsînin. Lê bila baş bizanibin ku em tu carî natisin, bila bizanibin ku çiqasî wêraniyê bikin em ê bajarên xwe dîsa ava bikin. Em di wê baweriyê de ku em ê bi ser kevin. Şehîd Salih ne kurê me tenê ye, lê kurê vê xakê û vî gelî jî ye."

′EM BI ŞEHADETA WÎ SERBILIND IN′

Birayê mezin ê şehîd Salih, Mihemed Seîd Yûsif anî ziman ku şehîd Salih ji karê xwe hez dikir û got: "Ji dema damezirandina hêzên ewlekariyê li Til Beyder de di nav de ye. Ji karê xwe hez dikirin û rojekê ji pêkanîna erkê diket ser milê wî dudilî nedibû."

Mihemed Yûsif got, ew bi kurê xwe serbind e ku ji bo welatê xwe şehîd bû.

(mh/bb)

ANHA