Buhayê kirîna pembû hat aşkerakirin

Wezareta Çandiniyê buhayê kirîna pembû ji bo demsala çandiniyê ya 2026`an wek sed lîreyê nû destnîşan kir.

Buhayê kirîna pembû hat aşkerakirin
16 mijdar, 2026   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Çandiniyê ya Sûriyeyê ragihand ku ji bo demsala çandiniyê ya 2026`an buhayê kirîna kîlogrameke pembû sed lîreyê nû yê Sûriyeyê ye. Ev buha dê ji hêla Fona Piştgiriya Hilberîna Çandiniyê û Saziya Giştî ya Pembû ve were dayîn.

Wezaretê diyar kir ku Fona Piştgiriya Hilberîna Çandiniyê dê di çarçoveya piştgiriya ji bo hilberîna çandiniyê de 20 lîreyan ji bo her kîlogrameke pembû bide, her wiha Saziya Giştî ya Pembû dê 80 lîreyan ji bo her kîlogrameke pembû bide.

(k)

ANHA