Paşguhkirina efserên ji artêşê veqetiyane û dan û standinên li Xezayê mijarên rojnameyên erebî ne

Li Sûriyeyê mijara lihevkirina di navbera aliyên leşkerî û yên sivîl û avakirina artêşeke yekbûyî de, pirs û guman hene. Li aliyekî din ji bo agirbesta di navbera her du aliyên şerê Xezayê de pêşketinek heye.

Paşguhkirina efserên ji artêşê veqetiyane û dan û standinên li Xezayê mijarên rojnameyên erebî ne
14 ÇILE, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê dosyaya Sûriyeyê, avakirina hikumeta Lubnanê, her wiha rewşa Xezayê û pêvajoya agirbestê de nivîsîn.

‘RÊVEBERIYA EL ŞERÎ GUH NADE EFSERÊN SÛRIYEYÊ YÊN JI ARTÊŞÊ VEQETIYANE’

Rojnameya El Ereb a Londonê wiha nivîsî: “Rêveberiya nû ya Sûriyeyê artêşeke nû ji komên çekdar ava dike, lê hemû hewlên ji bo vegerandina efserên veqetiyayî ji bo nava artêşê, têk çûn, tevî ku ev efser bingeha yekem a avakirina Artêşa Azad a Sûriyeyê bûn ku ji sala 2011’an ve li dijî rejîma Beşar Esed derketin.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Desteya Operasyonên Leşkerî gelek biryar dane, belkî ya herî girîng; tevlêbûna hin komên çekdar di nava artêşê de û dayîna rutbeyên leşkerî mîna lîwa û general bo hin sivîl û efserên biçûk. Ev yek der barê îhtîmala lihevkirina di navbera leşker û sivîlan de guman û pirsan çêdike, yan jî ka dê komên çekdar bêyî nakokiyên îdeolojîk bikarin artêşeke yekbûyî ava bikin.”

‘LUBNAN... AOUN Û AŞTÎ’

Der barê pirsa Lubnanê de rojnameya El Şerq El Ewset wiha nivîsî: “Piştî çend rojan ji hilbijartina serokkomarê nû yê Lubnanê general Cozêf Aoun, Serokatiya Lubnanê duh (duşem) serokê Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê dadwer Newaf Selam, ji bo avakirina hikumetê erkdar kir, piştî ku di parlamentoyê de ji 128 parlamenteran 85 parlamenter piştgirî da.”

Rojnameyê her wiha got: "Hiş û aqil dibêjin piştî şiyarbûna ji şokê zehmet e ku mirov li ser balîfa baweriyê razê, ji ber vê yekê divê rastiyên siyasî, civakî û hiqûqî li ser erdê bêne pêkanîn ku nehêle rewşa berê vegere.”

‘CARA YEKEM E JI BO PEVGUHERTINA GIRTIYAN PÊŞKETINEKE RASTEQÎN PÊK TÊ’

Der barê mijara Filistînê de jî rojnameya El Xelîc li ser peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Hemas û Îsraîlê de wiha nivîsî: “Ji salekê zêdetir e cara yekem e ku xuya ye di dan û standinên Hemas û Îsraîl de ji bo pêkanîna peymana pevguhertina girtiyan pêşketineke rasteqîn pêk tê û ber bi dawiya ve diçin, ji ber zextan rasterast ên Amerîkayê. Tê xwestin ku ev rêkeftin berî ku Trump dest bi erka xwe bike, bi dawî bibe.”

(k)