Partiyên Yekitî û Pêşverû: Divê hêzên navneteweyî ji bo çareseriya li Sûriyeyê zextê bike

Partiyên Yekitî û Pêşverû êrişên çeteyên hikumeta demkî li ser Rojava, bi taybet jî Kobanê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku bi zextê li hemû aliyan bikin ku vegerin ser maseya diyalogê.

Partiyên Yekitî û Pêşverû: Divê hêzên navneteweyî ji bo çareseriya li Sûriyeyê zextê bike
27 ÇILE, 2026   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (YEKÎTÎ) der barê pêşdeçûnên dawî yên li herêmê de daxuyaniyek hev beş da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî îmzekirina peymana 18'ê Çileya 2026'an di navbera hikumeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, Sûriyeyiyan texmîn kir ku wê li welat qonaxeke nû ya aştî û aramiyê pêk were, nemaze piştî dirêjkirina agirbestê. Lê tiştê ku li ser erdê diqewime berevajî vê yekê ye, ji ber ku li Kobanê şer ji aliyê hêzên hikûmetê ve dewam dike, li gundê Xirab Hişkê komkujiyek pêk hat, ku di encamê de 5 welatî şehîd bûn û 5 kesên din ji malbatekê birîndar bûn. Bi heman awayî, li gundê El Qasimiyê jî şerek rû da, di encamê de zarokek şehîd bû û 3 kesên din birîndar bûn.

Her du parastiyan di daxuyaniyê de got: "Em weke partiyên Yekîtî û Pêşverû, di demekê de ku sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re şifayeke lezgîn dixwazin, kiryarên wiha şermezar dikin. Em bang li her du aliyan dikin ku pabendî agirbesta ragihandî bin, vegerin ser maseya danûstandinan, peymana 18'ê Çile bi tevahî bicîh bînin û pabendî bendên wê bin, her wiha dorpêça li ser Kobanê û gundewarê wê rakin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi zextkirina li ser hemû aliyan ji bo aktîvkirina zimanê diyalogê û serî li çareseriyên siyasî bidin da ku xwînrijandin raweste, aştî û aramî li welêt pêk were ku ev rola wan e û gereke bi cih bînin."

(ac/fr)

ANHA