Li Başûr ji bo Rojava meş û komkirina alîkariyan

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê tên komkirin û şandin û meş tên lidarxistin.

Li Başûr ji bo Rojava meş û komkirina alîkariyan
27 ÇILE, 2026   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê di her warî de çalakiyên piştgiriya berxwedana Rojava dewam dikin.

Ji bo pişgiriya bi gelê Rojava re bi tevlîbûna jin û ciwanan meşek li Helebceyê hate lidarxistin.

Welatî li navenda bazara Helebce li hev kom bûn û heta ber derê şaredariyê meşiyan.

Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi gelê Rojava re hate kirin û banga yekîtiya gelê Kurd hatin kirin.

Her wiha di çalakiyê de bang li hêzên navneteweyî û saziyên mafê mirovan hate kirin ku van êrişên ne rewa yên li ser gelê Kurd bidin sekinandin.

Piştî 3 rojan ji pêngava alîkarî komkirinê ya li Qeladizê ya ji bo gelê Rojava hatibû ragihandin îro bi dawî bû.

Yek ji berpirsê pêngavê Ebû Bekir Abdullah ji Rojnewsê re axivî û got: “Heta niha 18 milyon dînar, 5 ton ard, nêzîkî 6 ton birinc, gelek şîr û tiştên zarokan li gel pêwîstiyên jinan dîsa hemû cûre xorek, bi taybetî cil û bergên zivistanê hatine komkirin.”

Komek ciwanên xwebexş ên Êzidî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Sinûnê dest bi komkirina alîkariyê kirin.

Navenda komkirina alîkariyê li ser cadeya Zîraa, dewara Sinûnê ya Mam Zekî li nêzî meştela Mînas hatiye danîn. Xelkê aliyê Şemal yê Şengalê dikarin alîkariya pere, erzaq, bataniye, cil û berg û hwd li vê navendê kom bikin.

Di heman demê de li navenda Şengalê bi pêşengiya Oldarê Êzidî Mam Faxir û komek çalakvanên ciwan ên Êzidî li taxa Şûhêda alîkarî tê komkirin.

Biryar bû îro li bajarokê Tilizêr ya Qibletê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê navenda komkirina alîkariyê were danîn.

Dildar Xwedêda yê di însiyatîfa komkirina alîkariyê de cih digire, ji ajansa me re axivî û banga tevlîbûna kampanyayê li xelkê Şengalê kir.

Dildar Xwedêda da zanîn wê kampanyaya wan heya 10 rojan bikişîne, xelk dikarin erzaq, bataniye, cil û berg û hwd. bînin.

Navnîşan û telefonên navenda komkirina alîkariyê ya Sinûnê:

Peywendî:

07503372331 — Nasir Eto

07510664295 — Dildar Xwedêda

07704337111 — Fewzî Hacî

07512379392 — Hecî Şilal