Bangên Ewropî û Amerîkayê ji bo agirbesta mayînde li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Fransa, Almanya, Brîtanya û DYAˊyê bi daxuyaniyek hevbeş dirêjkirina agirbestê di navbera Şam û QSDˊê de ji bo 15 rojan pêşwazî kir, bang li tevahî aliyan kir ku pabendî agirbestê bin, parastina welatiyan bikin û agirbesteke mayînde pêk bînin.

Bangên Ewropî û Amerîkayê ji bo agirbesta mayînde li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
27 ÇILE, 2026   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fransa, Almanya, Brîtanya û Amerîka bi daxuyaniyekê hevbeş agirbesta 15 rojan a di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSDˊê de pêşwazî kir û bang li tevahî aliyan kir ku pabendî agirbestê bin û xwe ragirin.

Piştî civîna Wezîrê Fransa Jean-Noël Barrot, Wezîra Derve ya Brîtanya Yvette Cooper, cîgira wezîrê Derve yê Almanya Serap Güler, nûnerê Amerîka ya taybet ji bo Sûriyeyê Tom Barrack, daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de her 4 welatan pêwîstî da parastina sivîlan û binesaziyê, avakirina korîdorên mirovî ku alîkarî bi awayekî ewlehî, bêyî astengiyan bigihîjin welatiyan, di heman demê de girîngî ji bo parastina van korîdoran û ji nû ve destpêkirina xizmetguzariyên bingehîn li bajarê Kobanê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de pesna rola ku aliyên herêmî û xwecihî weke Iraq, hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumeta demkî û QSDˊê li hember zehmetiyên DAIŞˊê dilîzin, hat dayîn.

Her çar welatan daxwaza agirbestek bilez û mayînde û ji nû ve destpêkirina danûstandinan di zûtirîn dem de kirin, da ku entegrebûnek aştiyane û domdar a bakur- rojhilatê Sûriyeyê bi dewletek yekgirtî û serwer re ku rêzê li mafên hemû welatiyên xwe digire û wan diparêze, li gorî peymana 18ˊê Çileya 2026ˊan, pêk bê.

Hat destnîşankirin ku pêwîstî bi berdewamkirina hewldanên giştî yên têkoşîna li dijî DAIŞˊê heye û hişyarî ji tu valahiyeke ewlehî li derdora navendên ragirtina çeteyên DAIŞˊê hat dayîn. Hat ragihandin ku wan li ser lidarxistina civîneke Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞˊê di nêztirîn dem de li hev kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de her çar welatan piştgiriya xwe ji bo pêvajoyeke veguhestina siyasî ya berfireh li Sûriyeyê nû kir, ji ber ku aramiya bakurê rojhilatê welêt bi rêbazên aştiyane ji bo pêşîgirtina li vegera terorîzmê û xurtkirina ewlehiya herêmî pêşîniyek sereke ye.

(fr)