Partiyên li Çilaxayê tayînkirina endamên parlamentoyê şermezar kir

Partiyên siyasî li hember tayînkirina endamên parlametoyê li parêzgeha Hesekê nerazîbûn nîşan da û mekanîzmaya belavkirina kursiyan wek "neheq û bêedalet" ji bo gelê Kurd û pêkhateyên din ên civaka Sûriyeyê bi nav kir.

Partiyên li Çilaxayê tayînkirina endamên parlamentoyê şermezar kir
3 hezîran, 2026   03:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bertekên li hember tayînkirina endamên parlametoyê yên li parêzgeha Hesekê ku di 24’ê Gulanê de pêk hat, berdewam dikin. Nûnerên partiyên siyasî yên li Çilaxayê ya herêma Cizîrê nerazîbûna xwe ya li hember van tayînkirinan nîşan dan

Endamê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Mihemed Ebdî diyar kir ku tiştê qewimiye "ne pêvajoyeke hilbijartinê bû, lê tayînkirin bû" û got: "Em hemû dixwazin Sûriyeyek demokratîk ava bikin ku hemû pêkhate tê de bi hev re bijîn, û her gel mafê wî heye ku nûnerên xwe bi hilbijartinên rastîn û azad hilbijêre. Lêbelê, tiştê ku qewimî pêvajoyek tayînkirinê bû ku ji her pêvajoyek hilbijartinê ya dadperwer dûr e."

Ebdî her wiha got mafê gelê Kurd heye ku mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin. Lêbelê, mekanîzmaya dabeşkirina kursiyan neheq bû û nekarî nûnertiya rastîn a Kurdan di parlementoyê de misoger bike.

Di dawiyê de Mihemed Ebdî bang li hêz û partiyên siyasî yên Kurd kir ku bi hev re bixebitin û ji hêla siyasî ve hevrêziyê bikin da ku bigihîjin helwesteke yekgirtî ku nûnertiya rastîn û dadperwer ji bo Kurdan di parlemana Sûriyeyê de garantî bike.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zêdan Hisên diyar kir ku peymana heyî ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de mafên destûrî, siyasî û civakî yên gelê Kurd garantî dike. Lêbelê, mekanîzmaya dabeşkirina kursiyan "ne dadperwer bû û mezinahiya rastîn a hijmara Kurd û rola wan li Sûriyeyê nîşan nade."

Zêdan Hisên diyar kir ku dayîna tenê 4 kursiyan ji bo Kurdan hewldanek e "ji bo bêdengkirina dengê Kurdan û careke din wan paşguhkirin e", û da zanîn kir ku ev pratîk "zîhniyeta rejîma Baasê ya hilweşiyayî dubare dikin, lê bi rengekî cuda."

Hisên got: "Gelê Kurd ne komek koçber e, lê gelekî xwecihî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî. Ji ber vê yekê, 4 kursî hebûna wan a rastîn nîşan nade, û mafên wan jî garantî nake."

Hisên rexne li helwesta Encumena Niştimanî ya Kurd (ENKS) jî kir, û diyar kir ku beşdarbûna wê di pêvajoyê de ji helwesta yekgirtî ya Kurdan dûr bû. Hsiên got, "Divê nakokiyên siyasî bi mafên gelê Kurd re neyên tevlihevkirin, lê wan berjewendiyên xwe yên partîtî li ser berjwendiya gel re girt. "

Endamê Partiya Modernîteya Demokratîk a Sûriyeyê Xalid Sifûg got tayînkirinên endamên parlamentoyê "nûnertiya gelê Sûriyeyê an civakan naekin, lê belê hewldanek e ji bo têkbirina her xebateke ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk."

Sifûg her wiha got: "Em mekanîzmaya belavkirina kursiyan napejirînin, ku neheq û dûrxistin bû. Ew nûnertiya rastîn ji bo komên wekî Asûrî, Suryanî, Ermenî û Xiristiyanan nagire nav xwe û hejmareke hindik kursiyan dide Kurdan ku hebûna wan û rola wan li Sûriyeyê nîşan nade."

Sifûg destnîşan kir ku ev polîtîka "dê rê li ber her pêşketineke ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk ve bigire û dê dabeşbûnên di navbera hêzên neteweyî de kûrtir bike.”

(k)

ANHA