Nûkirina materyalên perwerdeyê bidawî dibe

Qonaxa sêyemîn a guhertina materyalên dibistanan ên ku li gorî sîstema Rêveberiya Xweser perwerdeyê didin, bi dawî dibe. Materyalên nûkirî, wê di sala xwendin û fêrkirinê ya 2026-2027`an de li dibistanan bên belavkirin.

Nûkirina materyalên perwerdeyê bidawî dibe
3 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Saziya Minhacan (Materyalan) a Rêveberiya Xweser di sala 2024`an de pêvajoya guhertina materyalên dibistanên seretayî, navîn û amadehî kiribû. 

Li gorî plansaziyê di qonaxa yekemîn de materyalên refên 1, 4, 7 û 10`an hatibûn nûkirin û di sala xwendinê ya 2024-2025`an de dest bi bikaranîna wan hate kirin.

Di qonaxa duyem de materyalên refên 2, 5, 8 û 11`an hatin guhertin û sala xwendinê ya 2025-2026`an li dibistanan hatin belavkirin.

Qona sêyemîn û dawî ya nûkirina materyalan jî Tîrmeha 2025`an destpê kir û ber bi dawî ve diçe.

Di qonaxa sêyemîn de materyalên refên 3, 6, 9 û 12`an tên nûkirin. Marteryalên nû dê di sala xwendinê ya 2026-2027`an de li dibistanan bê belavkirin.

MATERYALÊN TÊN NÛKIRIN

Di vê qonaxê de materyalên zimanê Kurdî, zimanê Erebî, zimanê Ingilîzî, fîzîk, kîmya, biyolojî, bîrkarî, civak û jiyan (refa 3), zanistên civakî (refa 6), çand û exlaq (refa 9), civaknasî (refa 12), wênesazî (refên 3-6-9), muzîk (refên 3-6-9), erdîngarî, dîrok, werzîş, felsefe û wêjeya Kurdî tên nûkirin.

Pirtûka Jineolojî ku li refa 12`an wekî derst tê dayîn jî, ji aliyê Akademiya Jineolojî ya Rojava ve hat nûkirin. Ev pirtûk jî, bi materyalên din re ji hêla Saziya Minhacan ve hatiye erêkirin.

LI BER ÇAPÊ NE

Li gorî agahiyên ku Endamê Saziya Minhacan Ebdulrehman Silê dane ANHA’yê, nûkirina materyalan ber bi dawiyê ve diçe û dê di demeke kurt de bidin çapê.

Têkildarî dema çapkirin û belavkirina materyalên qonaxa dawî Ebdulrehman Silê agahî nedan.

HETA 2 DEMSALÊN DIN WÊ PERGALA RÊVEBERIYA XWESER HEBE

Piştî hilweşîna rejîma Bass û avakirina hikumeta demkî ya Sûriyeyê, 29`ê Çileya 2026’an di navbera QSD-Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de peyman hatibû çêkirin. Di çarçoveya peymanê de li ser pergala perwerdeyê ku dê tevahiya welat bigire nava xwe jî danûstendin tên kirin. Li gorî daxuyanî û agahiyan piştî hevdîtinan hatine dayîn, nîqaşên li ser pergala perwerdeyê didomin.

Heta ku pêvajo bi encam dibe jî, li dibistinanên ku li gorî sîstema Rêveberiya Xweser perwerde dihat dayîn, wê pergala heyî bidome.

Ev dem jî wekî 2 demsalên xwendinê hatiye diyarkirin. Yanî demsalên 2025-2026 û 2026-2027 wê li gorî pergala rêveberiya xweser bidome.

(a)

ANHA