‘YPJ şerekî nû yê hebûnê dike, em jî piştgiriya wê dikin’

Jinên ji Hesekê diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin şerekî nû yê hebûnê dikin û da zanîn ku ew piştgiriyê didin YPJ`ê, ji qadên şer bigire heya qada siyasî, da ku parastina destkeftiyên jinên Sûriyeyê û bicihkirina wan di destûrê de misoger bikin.

‘YPJ şerekî nû yê hebûnê dike, em jî piştgiriya wê dikin’
3 hezîran, 2026   05:45
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Mijara naskirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) wek hêzeke leşkerî di nava Wezareta Parstinê ya Sûriyeyê de, her wiha garantîkirina mafên destûrî yên jinan, bûye rojeveke siyasî  û civakî.

Der barê mijarê jina bi navê Xalîde Botî a ji Hesekê got YPJ 15 sal e beşeke girîng a şoreşê ye û destnîşan kir ku ev hêz nûnertiya jinan dikin û maf û hebûna wan diparêzin. Xalîde diyar kir ku şervanên jin li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirine û qurbaniyên mezin dane û da zanîn ku nenaskirina wan di destûrê de tê wateya paşguhkirina rola jinan li Sûriyeyê.

Xalîde Botî rexne li helwesta hikumeta demkî ya li ser YPJ`ê kir û got: "Ev yekîne hêza me û hebûna me ne."

Xalîdeyê diyar kir ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de roleke pêşeng û fermî ji YPJ`ê re were dayîn û ew wekî lîwayek yekgirtî di nav saziyên leşkerî de werin naskirin.

Jina bi navê Beyan Xelîl jî narazîbûna xwe ya li dijî nenaskirina YPJ`ê nîşan da û diyar kir ku jin dê heta ku mafên xwe yên tevahî bi dest bixin, piştgiriyê bidin van hêzan.

Beyanê sedemên ku rê li ber naskirina YPJ`ê digirin pirsî û diyar kir ku ew nasname û hebûna jinan temsîl dikin. Beyan diyar kir ku YPJ`ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û parastina destkeftiyên herêmê de roleke girîng lîstiye û da zanîn ku têkoşîna ji bo misogerkirina mafên wan ên destûrî dê berdewam bike.

Fatma Kelaş diyar kir ku YPJ beşeke dîrok û nasnameya herêmê ye û bal kişand ser rola wan a sereke di şerê li dijî DAIŞ'ê û parastina herêmê de. Beyanê got yekîneyên wan niha şerekî din ê hebûnê dimeşînin da ku naskirina xwe ya fermî û destûrî misoger bikin.

Fatmayê diyar kir ku van hêzan hebûna xwe di şerên cuda de yên ku li herêmê qewimîne, îspat kiriye û naskirina wan di nav destûrê de pir girîng e. Ev yek ji bo ninan daxwazeke bingehîn e.

(k)

ANHA