Parêzgarê Hesekê li Şamê bi rayedarên hikumetê re hevdîtin pêk anîn

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û çend wezîr û berpirsên hikumeta demkî ya Sûriyeyê rêbazên baştirkirina hevkariya di navbera rayedarên navendî û herêmî de û çalakkirina saziyan gotûbêj kirin.

Parêzgarê Hesekê li Şamê bi rayedarên hikumetê re hevdîtin pêk anîn
Parêzgarê Hesekê li Şamê bi rayedarên hikumetê re hevdîtin pêk anîn
Parêzgarê Hesekê li Şamê bi rayedarên hikumetê re hevdîtin pêk anîn
Parêzgarê Hesekê li Şamê bi rayedarên hikumetê re hevdîtin pêk anîn
Parêzgarê Hesekê li Şamê bi rayedarên hikumetê re hevdîtin pêk anîn
31 adar, 2026   12:33
HESEKÊ

Di çarçoveya rêzecivînên fermî yên ji bo şopandina rewşa xizmetguzarî û îdarî ya li Hesekê de, parêzgar Nûredîn Ehmed di 2 rojên borî de li Şamê bi wezîr û berpirsên hikumeta demkî ya Sûriyeyê re civîn li dar xistin. Di civînan de xurtkirina hevkariya di navbera saziyên navendî û herêmî de û pêşxistina xizmetên bingehîn hatin gotûbêjkirin.

Ehmed bi wezîra kar û barên civakî û kar Hind Qebawat re li ser girîngiya pêşxistina hevkariya di navbera saziyên têkildar de û zêdekirina hewldanên hevkariyê di navbera saziyên cuda de nîqaş kir.

Her du aliyan entegrekirina karmendan di nav rêveberiyê de û mijarên rêxistinî û îdarî yên têkildarî kar û rêbazên baştirkirina kargeriya saziyên li Hesekê, gotûbêj kir.

Parêzgar her wiha bi rêveberê giştî yê Saziya Postayê ya Sûriyeyê Îmadeddîn Hemed re civiya û xebatên Ofîsa Postayê ya Hesekê û xizmetên wê nirxandin.

Parêzgarê Hesekê bi wezîrê darayî Mihemed Yasir Berniyê re jî çalakkirina xizmetên darayî û piştgiriya aramî û pêşketinê gotûbêj kir. Di hevdîtinê de mijara ji nû ve vekirina rêveberiyên darayî li Hesekê û ji nû ve çalakkirina xebatên şaxên bankên dewletê, bi taybetî Banka Çandiniyê, hat nirxandin.

Li gorî malpera parêzgariyê, di çarçoveya hewldanên ji bo bilezkirina çalakkirina saziyên giştî, baştirkirina xizmetên bingehîn û zêdekirina derfetên pêşketinê li herêma Cizîrê de, pêk hatin.

(k)