Li Tel Avîvê di encama êrişan de 6 kes birîndar bûn

Servîsa Ambulansê ya Îsraîlê ragihand ku di êrişa Îranê ya li dijî Tel Avîv de 6 kes birîndar bûn û da zanîn ku parçeyên mûşekan li deverên Benî Berak û Bîtah Tekfayê ketine.

Li Tel Avîvê di encama êrişan de 6 kes birîndar bûn
31 adar, 2026   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku piştî avêtina pêleke mûşekan ji aliyê Îranê ve, li derdora Tel Avîvê teqînên mezin rû dan û li bajar û gundewarên wê sîrenan lê da.

Russia Today (RT) jî diyar kir ku pergala parastina hewayî ya Îsraîlê mûşekên ji Îranê hatin avêtin, tesbît kirin, gelek parçe ketin û li gelek cihan jî teqînan rû da.

Li gorî Servîsa Ambulansê ya Îsraîlê, ji ber ketina parçeyên mûşekan li 6 deverên Tel Avîvê bi kêmanî 6 kes birîndar bûne.

Kanala 12 a Îsraîlê jî da zanîn ku li bajarê Benî Berakê û Bîtah Tekvayê parçeyên mûşekan ketin û dûman rabû.

(bb)