Parêzeran dosyaya Silêman şandin Dadgeha Temîz ya Hewlêrê

Parêzerên dosyaya rojnamevan Silêman Ehmed şandin Dadgeha Temîz ya Hewlêrê û xwestin biryara Dadgeha Dihokê were hilweşandin.

Parêzeran dosyaya Silêman şandin Dadgeha Temîz ya Hewlêrê
25 tebax, 2024   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Silêman Ehmed 306 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Rojnamevan Silêman piştî 279 rojan hate dadgehkirin û dadgeha PDK’ê ya Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Piştî Dadgeha Dihokê 3 sal ceza li rojnamevan Silêman Ehmed birîn, parêzerên Silêman Ehmed dosyayê şandin Dadgeha Temîz ya Hewlêrê û xwestin biryara Dadgeha Dihokê hilweşînin û Silêman bê berdan.

Parêzer Nerîman Ehmed derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got; “Beriya ku mehek bi ser cezakirina rojnamevan Silêman Ehmed re biçe, me dosya şand Dadgeha Temîz ya Hewlêrê. Em bihêvîne ku Dadgeha Temîz ya Hewlêrê bi awayek bê alî biryar li ser dosyayê bide û biryara dadgeha Dihokê bi hilweşîne. Ji ber ku ji bo cezakirinê ti delîlek li ser Silêman Ehmed nîne.”