Nerazîbûnên li hember hedefgirtina rojnamevanan berdewam in

Rêxistinên jinan û yên civakî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî tîma rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kirin ku armanca êrişê, bêdengkirina rastiyê ye.

Nerazîbûnên li hember hedefgirtina rojnamevanan berdewam in
Nerazîbûnên li hember hedefgirtina rojnamevanan berdewam in
Nerazîbûnên li hember hedefgirtina rojnamevanan berdewam in
25 tebax, 2024   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan endamên Meclisa bajarê Girê Spî yê dagirkirî, li pêşiya stada 4`ê Nîsanê ya li Minbicê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişa li ser rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Endama rêveberiya meclisê Xense Ehmed daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca tunekirina şoreşa jinan û vîna wan a ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan wergirtiye, têkoşerên jin dike hedef.

Xense êriş bi tirsonek û xeddar wesifand û di heman demê de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan kir.

Di dawiyê de Xense bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku vê êrişê şermezar bikin û hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.

HELEB

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Berdevka Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Mihemed daxuyanî bi beşdariya nûnerên tevger, rêxistinên jinan, partî û saziyên civaka sivîl xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êriş, ne ya yekê ye û rastiya siyasetên çewisandinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna şehîdan a ji bo jiyana azad û wekhev ji gelên herêmê re çirûska bawerî, hêz û rastiyê ye û çi dibe bila bibe, ew dev ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û dirûşma "jin, jiyan, azadî" bernadin.

HESEKÊ

Li bajarê Şedadê jî Kongra Star têkildarî heman mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji bo ku rastiya binpêkirin û sûcên wê yên li dijî gelan aşkera nebe, êriş rojnamevanan dike.

Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku rêya şehîdên rojnamevan û tevahî şehîdên azadiyê bê şopandin.

(şx)

ANHA

EYN ÎSA