Panzerek çeteyan hat ruxandin, çeteyek dîl hat girtin

Şervanên QSD û YPJ’ê li ser rêya Reqayê panzerek çeteyan ku hat gotin a Tirkiyeyê ye desteser kir, çeteyek hat kuştin, yek jî bi awayekî birîndar hat girtin.

Panzerek çeteyan hat ruxandin, çeteyek dîl hat girtin
20 ÇILE, 2026   13:26
HESEKÊ

Nûçegihanên me ku rewşa herêmê dişopînin, ragihnadin ku hêzên QSD û YPJ’ê li gundê Mexlup ê li ser rêya Reqayê dijî komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê çalakiyek lidar xistiye. 

Di encama çalakiyê de çeteyekî di panzerê de hat kuştin, yek jî bi awayekî birîndar hat girtin. Panzera çeteyan jî hat desteserkirin.

Hat gotin ku panzer malê dewleta Tirk e.

(ekip)

ANHA