Ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî berxwedana Rojava dibin

Komeke ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew beşdarî berxwedana li Rojava bibin.

Ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî berxwedana Rojava dibin
20 ÇILE, 2026   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demek ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xelk dijî zilma komara Îranê liser piyane, piştgiriyek bi wate ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rojava hat.

Piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe, vê carê piştgiriyek bi wate ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê hat. Komek ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ewê tevlî berxewedana Rojava bibin.

Daxuyaniya ciwanan bi vî rengî ye:

“Rojavayê Kurdistanê dîsa bû hedefa êrîşên dijmin. Me xwe amade kiriye ku beşdarî berxwedana Rojava ya li dijî êrîşên hovane yên HTŞ û DAÎŞ’ê bibin. Rojavayê Kurdistanê niha rû bi rûyê metirsiyeke cidî ye. Parastina Rojava, parastina rûmeta hemû Kurdan û azadîxwaz ên cîhanê ye.

Salên berê, Kobanê û Rojava bi piştevaniya hemû parçeyên Kurdistanê derseke dîrokî da DAÎŞ’iyan. Heman çete carek din bi çekên hîn pêşketîtir û bi piştgiriya dewleta Tirk, dixwazin tola şkestina xwe bistînin. Êrîşên li ser Rojava, êrîşên li ser hemû Kurdistanê ye. Serkeftina Rojava serketina hemû Kurdistanê ye.

Bi hemwextî berxwedana Rojava, li Rojhilat jî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serhildan didome. Weke komeke ciwanên ji Rojhilat, ji bo parastina nirxên Rojava li ser bangawaziya Fermandar Mazlûm Ebdî em sînoran dişkînin û beşdarî berxwedana Rojava dibin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku guh bidin banga QSD’ê.”