Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî ji bo nîqaşkirina peyama siyasî ya ku Rêber Apo ji kongreya 12’emîn a PKK'ê re pêşkêş kiriye, duh panelek li dar xist û îro bi encamnameyekê bi dawî bû.

Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
Panela Malbenda Helebê bi encamnameyên girîng bi dawî bû
3 tîrmeh, 2025   22:16
HELEB

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî paneleke bi du rojan, ji bo nîqaşkirina peyama siyasî ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreya 12’emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiriye, li dar xist. Di panelê de siyasetmedar, rewşenbîr û endamên malbendê beşdar bûn.

Di roja 2'yemîn de nîqaş li ser têgînên modernîteya demokratîk ku wekî alternatîfa modernîteya kapîtalîst e ku gel xist xizmetî xwe, hatin kirin.

PÊVAJOYA GUHERTINA BERFIREH A BI TÊGÎNAN DEST PÊ DIKE

Endamê malbendê Henan Miqdad Henan diyar kir ku gavên çareseriyê yên ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatine şîrovekirin, wekî pêvajoyeke berfireh a guhertina rastiyên jiyanî, bi xurtkirina neteweya demokratîk wekî alternatîfek ji bo dewleta neteweyî, dûv re belavkirina prensîba modernîteya demokratîk wekî alternatîfek ji bo modernîteyê, gihîştina komunalîzmê û komunalbûnê wekî alternatîfek ji bo kapîtalîzmê, li kêlek wê jî xurtkirina rêgeza endustriyalîzmê ekolojî weke alternatîfa endustriyalîzmê, dikarin werin hêsankirin.

DEMOKRATÎKIRINA SAZIYÊN DEWLETÊ

Rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Cîhan Berkel got Rêber Abdullah Ocalan erkê herî mezin ê vê qonaxê hildaye ser şaredarî û komînan, ji ber ku ew dikarin saziyên dewletê ji desthilatdariyê vala bikin û wan ber bi demokratîkbûnê ve bibin.

PLATFORMA RÛNIŞTANDINA AŞTIYA DOMDAR

Endamê malbendê û siyasetmedar Mihemed Xelîl destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan û nirxandinên siyasî yên dawî hemû pêkhateyan dihewîne û taybetmendiyên çandî, dîrokî û civakî di ber çavan re derbas dike, ji ber wê ew weke platforma rûniştandina aştiya domdar tê dîtin.

DUALÎTEYA KOMÛN Û DEWLET

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê Welat Mamo got: "Divê em di têgîna ‛dualîteya komûn û dewletê’ de baldar bin, ew weke têkiliya li ser bingeha hevsengî û temsîlkirina gelan bi xwe di nava dewletê de ye û pêkanîna yek ji aliyên nenavendîbûnê ku taybetmendî û hebûna hemûyan li hember têgehîna dewletê diparêze, ye.

Piştî nîqaşan beşdaran gelek pêşniyar û biryar dan û wiha ne:

- Semîner li ser manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk li gorî van xalan werin dayîn:

* Rastiya Rêbertî were dayîn; bi taybet piştî sala 2000'an, ji ber ku rêbertî sazî ye, ne kesayet e.

* Semîner li ser dîroka jinê, li gorî têkoşîna komûnalbûnê ya li gorî manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk werin dayîn.

* Semîner li ser bingeha jin û mêr (made û enerjî) werin dayîn.

*Semîner li ser destana Gilgamiş, li gorî xwendina Rêber Abdullah Ocalan were dayîn.

*Semîner li ser cudahiya di navber sosyalîzma radîkal û sosyalîzma demokratîk de were dayîn.

*Semîner li ser kuantum (zanista ji atomê kêmtir, elektron, proton, neutron) ji bo naskirina manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk were dayîn.

*Semîner li ser têgînên ku di manîfestoyê de hatine, weke modernîte, conderat, komînalbûn, hebûn, azadî û cudaxwazî..hwd were dayîn.

* Destpêkirina kampanyayeke sîstematîk û rêxistinkirî ji hêla sazî û partiyan ve li dijî mezhebperestî, , xîtaba nefretê û îxanetkirina di navbera pêkhateyan de û xurtkrina têkiliyan bi pêkhateyên din re û ji wan re şîrovekirina manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk.

* Danasîna Kurd ji tevahî gelan re û avakirina hevbendiyan bi gel û pêkhateyên cîran re û berfirehkirina wê ji bo avakirina enternasyonalîzmek nû.

* Pêdiviya qonaxa heyî bi berpirsiyariyek mezin heye, bi taybet ji hêla rewşenbîr û siyasetmedaran ve ku deriyê azadiyê were vekirin û xurtkirin.

*Damezrandina enternasyonalîzmek nû ya girîngiyê dide hevgirtina gel weke pergaleke nû ya li ser bingeha hevbendiya gelan, ne li ser bingeha çînî.

* Jinûve xwendina dîrokî û ji nû ve danasîna têgehên wê (ne tenê dîroka nivîsandî, lê lêkoîn û analîz der barê wê li gorî paradîgmaya nû werin kirin).

*Pêşniyarkirina têgeha rêbertiya komî bi awayekî berfireh ji bo temamkirina komînalbûnê (civakîbûn).

*Belavkirina çanda ekolojî û vegera li xwezayê ji bo derbaskirina rewşa biyanîbûna heyî ya di navbera ferd û civakê de.

*Divê jinûve dîroka Kurd û gelên herêmê were xwendin û xwendina wê werin nivîsandin ku têgeha manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk were fêmkirin (bi taybet koka selcûqan û têkiliya wan bi Kurdan re).

*Vekirina navendên lêkolînên taybet bi fikirê re û destnîşankirina manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û kûrkirina di têgehên weke (teqîna mezin, kuna reş, kuantum, madiyeta dîrokî û şerê çînan).

* Digel van hemû pêşniyar û vekirîbûnê, divê em piştî destpêkirina qonaxa nû, em ji lîstikên dewleta Tirkiyê baldar bin.

(mh/fr)

ANHA