Thomas Barrack: Ji bo tevlêbûna Sûriyeyê li Peymana Abraham dem pêwîst e

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack diyar kir ku di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê de, dan û standinên cidî tên kirin, da ku rewşa li ser sînorê aram bibe. Barrack anî ziman ku ji bo tevlêbûna Sûriyeyê li Peymana Abraham dem pêwîst e.

Thomas Barrack: Ji bo tevlêbûna Sûriyeyê li Peymana Abraham dem pêwîst e
3 tîrmeh, 2025   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyayê Thomas Barrack ji rojnameya New York Times re got ku hikumeta veguhêz a Sûriyayê û Îsraîl di bin çavdêriya Amerîkayê de, ji bo vegerandina aramiyê li ser sînor, dan û standinên cidî dikin.

Barrack diyar kir ku rêveberiya Trump dixwaze Sûriye tev li Peymana Abraham bibe, lê ji bo vê mijarê dem divê.

Barrack destnîşan kir dibe ku serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, Ehmed El Şeri, der barê tevlêbûna van peymanan de rastî dijberiya navxweyî were, ji ber ku Sûriyeyî nikarin bibînin ku serokê wan mecbûr dibe ku tev li van peymanan bibe, ji ber vê yekê divê ew bi baldarî bi pêş bikeve.

(ac/fr)

ANHA