Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 4ˈan de ye

Operasyona Ewlehiya Domdar bi lêgerîn û paqijkirina beşa "Muhacîrat" didome. Xebatên lêgerînê li beşa penaberên iraqî jî dest pê kir.

Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 4ˈan de ye
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 4ˈan de ye
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 4ˈan de ye
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 4ˈan de ye
9 mijdar, 2024   10:42
HESEKÊ
RÊNAS REMO

Operasyona Ewlehiya Domdar ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û QSDˈê ve li kampa Holê û derdora wê hatiye lidarxistin, di roja xwe ya 4ˈan de dewam dike.

Hêzên operasyonê xebatên lêgerîn û paqijkirina beşa “Muhacîrat” a jinên DAIŞˈî yên biyanî ku duh dabû destpêkirin, didomînin. Di heman demê de li beşa penaberên iraqî jî lêgerîn dan destpêkirin.

Hêzên operasyonê di 3 rojên dawîn ên operasonê de li başûr û bakurê bajarê Holê qadeke berfireh paqij kir. Piştî bidawîkirina qonaxa yekemîn a paqijkirina gundewaran û deverên bejahî yên derdora kampê, duh qonaxa duyemîn a lêgerînê li navenda kampê dabûn destpêkirin. Di 3 rojên operasonê de 17 çeteyên DAIŞˈê û hevkarên wan hatin girtin, miqdareke çek hatin desteserkirin, tunel û materyalên ku zarokan pê bi tundrawiya DAIŞˈê perwerde dikin jî hatin dîtin.

(bb)

ANHA