Bayik: Divê gelê Rojava û Şengalê yekîtî û parastina xwe xurt bikin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk gelê Kurd ji xwe ra wekî dijmin di bîne ji ber vê divê gelê Rojava û Şengalê vê yekê bibînin. Ji bo yekîtiya xwe bixebitin û xurt bikin. Parastina xwe ya rewa xurt bikin û bi pêş bixin. Hêza xwe ya leşkerî xurt bike û li hemberî dagirkeriyê xwe biparêzin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya taybet va Stêrk Tv de, li ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û Şengalê jî nirxandinên girîng kirin û hişyarî dan.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku armanca pîrozkirina komarê Tirkiyê PDK, MÎT, Balyozê Tirkiyeyê, ew kesên ji wan re dibêjin muxalefeta Sûriyeyê nirxand ku armanca wan çi ye? Sûdanî çû Tirkiyeyê, Tirkiye êrîşî Rojava û Şengalê kir. Hakan Fîdan diçe Londonê. Dema ku mirov van hemûyan tîne ba hev, dibîne ku planek tê pêşxistin. Her kes dizane Îngiltere li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de hêza esas e.
*Erdogan piştî êrîşên li ser Rojava got ku di demên pêş de mizgîniyeke me heye. Rayedarên Iraqê hatin Tirkiyeyê, Tirkiye hewl dide bi Sûriyeyê re hevdîtinê bike û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Hewlêrê li gel PDK’ê civiyan. Her wiha wê Hakan Fîdan van deman biçe Londonê hevdîtinan bike. Dema mirov van parçeyan tîne ba hev, gelo amadekariya çi dikin?
‘ROJHİLATA NAVÎN Bİ PÊŞENGİYA DYE, ÎNGİLTERE Û ÎSRAÎL PROJEYEK TÊ PÊŞXİSTİN’
Heke dewleta Tirkiyeyê bixwaze li Rojhilata Navîn rolekê bilîze, divê pêşî pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî û demokratîk çareser bike. Wê wextê wê rolek wê li Rojhilata Navîn çêbibe. Dema mirov li wan dinêre armanc û niyetek wan wiha nîne. Lîstik e û xapandine. Yanî dixwaze PKK’ê tasfiye bike û qirkirina Kurd temam bike. Dixwaze hemû tiştên civakê ji holê rabike, li Tirkiyeyê bibe hêza esas û xwe cîbicî bike. yanî hegemonyaya xwe li Tirkiyeyê çêbike. Bi vî şeklî nikare li Rojhilata Navîn cih bigire. Min di axaftina xwe de got, di krîzeke mezin de ye. Vê krîzê dixwaze bi vî şeklî çareser bike û vê rêyê ji xwe re esas digire. Erdogan ji bo vê dibêje mizgîniyê bidin we. Mizgîniya xwe li Esenyûrtê da, li Mêrdînê da, li Xelfetî da, li Êlihê da. Diyare ku wê vê siyastê berdewam bikin. Armanc û niyeta wan a çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne. Dixwazin dagirkeriyên nû li Rojava û Sûriyeyê bi pêş bixin. Bi şeklî dixwazin cih bigirin û xwe ji krîzê rizgar bikin. Ne gengaz e ku ev tişt wan ji krîzê derxe, wê krîza wan mezintir bike. Ev her tişt li ber çavan diqewimin.
Xwestin Nêçîrvan Barzanî bê Tirkiyeyê, ew çû wir. Li Hewlêrê di bin navê pîrozkirina komarê de PDK, MÎT, Balyozê Tirkiyeyê, ew kesên ji wan re dibêjin muxalefeta Sûriyeyê civînek çêkirin. Ev civîn ji bo çi çêkirin, armanca wan çi ye? Sûdanî çû Tirkiyeyê, Tirkiye êrîşî Rojava û Şengalê kir. Hakan Fîdan diçe Londonê. Dema ku mirov van hemûyan tîne ba hev, dibîne ku planek tê pêşxistin. Her kes dizane Îngiltere li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de hêza esas e. Siyaseta esasî ew dimeşîne. Berê jî Dogan Gureş çû Îngiltereyê û digotin ji bo me lamba kesk vêxistine. Piştî wê li Kurdistanê gund hatin şewitandin, mirov hatin qetilkirin, êşkence, girtin û gelek tişt pêş xistin. Niha jî li Rojhilata Navîn bi pêşengiya DYE, Îngiltere û Îsraîl projeyek tê pêşxistin. Ji bo wê diçe Îngiltereyê. Dixwaze qadên navneteweyî careke din bikşînin aliyê xwe. Wê çawa vê yekê pêk bînin? Heke pirsgirêka Kurd çareser kirin, armancek wan wiha tineye. Wekî din çi dimîne.
‘DİXWAZİN Jİ BO ÊRÎŞA Lİ SER ROJAVA DESTÛRÊ WERGİRİN’
Dixwazin ji bo êrîşa li ser Rojava destûrê wergirin. Ji bo karibin mudaxaleyî Rojava û Sûriyeyê bikin. Îro li ser Sûriyeyê kî disekine. Yek jê Tirkiye û ya din jî Îsraîl e. Niha DYE bi Îsraîlê re tevdigere. Îran gelek derbe xwar. Kî dimîne, Îsraîl û Tirkiye dimînin. Li civîna Neteweyên Yekbûyî de berê Erdogan nexşeyek diyar kir û vê dawiyê Netenyahû nexşeyek diyar kir. Siyaseta emperyal yek jê Îsraîl dimeşîn e, ya din din Tirkiye dimeşîne. Ev jî li ber çavan e û her kes dibîne. Lazime gelê me yê Rojava û Şengalê vê yekê bibînin. Talûke li ber çavan e. JI bo yekîtiya xwe bixebitin û xurt bikin. Parastina xwe ya rewa xurt bikin û bi pêş bixin. Hêza xwe ya leşkerî xurt bike û karibin xwe li hemberî dagirkeriyê biparêzin. A ku ji Rojava û Şengalê tê xwestin ev e. Heke di vî alî de amadekariyên xwe nekin wê derbê bixwin. Ji ber ku ev civînên tên çêkirin planekê diyar dike. Ev plan jî Rojava û Şengal e. Ji bo wê di vê xwe sist nekin, rêxstin û parastina xwe ya rewa xurt bikin. Heke di vî alî de xwe xurt bikin wê demê dewleta Tirkiyeyê wê têkeve bîrekê. Wê nikaribe xwe ji krîzê rizgar bike, wê krîz mezintir bibe û wê dawiya xwe bîne. Rastiya wê ev bi xwe ye.
*Em dixwazin piştî Rojhilata Navîn, em vegerin Tirkiyeyê. Li Esenyûrtê qeyûm tayîn kirin. Piştî vê qeyûm danîn li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Xelfetî û Êlihê. Niha jî çîroka biratî û wekheviyê dibêjin. Ev siyaset tê çi wateyê û mirov çawa şîrove bike?
ŞAREDARİYÊ KURDAN XESPKİRİN NE QEYÛME, BİLA KESEK WİSA NEGİRE DEST, EV DAGİRKERİYE
Nihan tiştên ku pêş dixin ne qeyûm e, dagirkerî ye. Dewleta Tirkiyeyê cihê dikevê destpêkê alayê xwe bi dar de dike. Dewleta ku biçe cihekî û alayê xwe bi dar de bike, wateya wê dagirkirin e. Wateya wê ew e ku wir ji dijmin xelas dikin. Dewleta Tirkiyeyê Kurdan dijmin dibîne. Gotinên em bira ne, misilman in, dîroka me pêkve ye, vana hemû axaftinin. Di bin van axaftinan de tiştên ku dixwazin pêkbînin veşêrin. Çiqasî veşêrin jî li ber çavan e. Çima dewleta Tirkiyeyê dema çû Efrîn, Serkaniyê û Girê Spî ala xwe dar de kir. Ji ber ku wir ne erdê wan e. Van deran dagirkir û alayê xwe dar de kir. Niha jî şaredariyan desteser dike û alayê xwe li dar dixe. Weke ku ev der ne yên wan e wir dagirkirine. Dagirkeriyê bi pêş dixin. Lazim e gelê me vê bibîne û nebêje qeyûm. Tu eleqeya wê bi qeyûmê ve nîne. Li ser navê Kurd û Kurdistanê çi heye dixwaze ji holê rake. Rastiya wê ev e. Niha gelê me dibêje çend caran wan dagirkir, me di hilbijartinan de dîsa şaredariyên xwe bi dest xist. Yanî dibêjin em ê dîsa di hilbijartinan de dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin. Ev nêzîkatiyeke pir şaş e. Li benda hilbijartina mayîn ne rast e. Ew şaredarî yê we ne. We bi keda xwe qezenc kiriye. Lazim e hûn şaredariyên xwe biparêzin û xwedî lê derkevin. Nehêlin dagirker bên ji dest we bigire, wir talan bike û xwîna we bimêje. Ya rastî ew e. Armanca ew e ku her tiştî bi Kurdan bidin qebûlkirin. Dixwazin Kurdistanê ji destê Kurdan derxin û bikin milkên xwe. Ji bo wê alayê xwe li dar dixe. Wateya wê ew e. Ji bo wê civaka Kurd û mafê wê qebûl nake. Desthilata Tirkiyeyê ji bo Kurdan vê esas digire. Em dibînin ku gavên ku diavêjin ne li gorî axaftinên wan e. Ji Esenyûrtê bigirin heta Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê têxin destê xwe. Vîna gel binpê dike û nasnameya we nas nakim. Ez çi bixwazim ez ê wê bikim. Dixwaze vê bi me bide qebûlkirin. Lazim e gelê me vê yekê qebûl nekin.
Xwestin li zindana Amedê vê bidin qebûlkirin. Hevalê Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Xeyrî Dûrmûş li dijî vê sekinîn. Hem jî bi bedena xwe sekinîn û dewleta Tirkiyeyê vala derxistin. Mewziya ku mirov bi dest dixe wiha diparêze. Ew dixwzain Kurdistanê bikin milkê xwe, lazim e em jî xwedî lê derkevin. Heke xwedî lê dernekevin ew ji bo me mirine. Me heta niha bi çi qezenc kir, me bi berxwedanê qezenc kir. Kesî tu tişt neda me. Me bi berdêlên mezin, me bi nirx ava kirin û mewzî ava kirin. Niha dixwazin van ji destê me derxin û têxin dibin xizmeta xwe. Divê tu kes vê qebûl neke. Dibe ku hin bibêjin wê hin heq bidin me. Lazim e em vê zanibin ku kes heq nadin Kurdan. Kurd bi têkoşînê nirx û heq ji xwe re çêkiriye. Heqê wî ew e. Dixwazin tiştên ku te bi têkoşînê bidest xistiye ji te bistînin, wê kî çi bide te. Lazim e her kes vê baş bifikire. Divê em nirxê xwe û xwe biparêzin. Hewce bike em şehîd jî bidin.
*JI BO PİRSGİRÊKA KURD Lİ TİRKİYEYÊ ÇARESER BİBE NEXŞERÊYEKE ÇAWA LAZİM E?
Rê diyar e. Rêber Apo jî diyar kir û Kurdan jî diyar kir. Heke dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, di vê pêşî tecrîda mutleq li ser Rêber Apo rakin. Lazim e dawî li sîtema Îmraliyê bînin. Lazim e şertên teduristî, ewlehî û azadiya Rêber Apo qebûl bikin. Heke vana qebûl bikin wê demê Rêber Apo dikare rola xwe bilîze. Me jî gelê me jî gotiye ku heke van şertan pêk bên û Rêber Apo rola xwe pêk bîne, ger we ev gavana avêtin wê Rêber Apo pirsgirêkê çareser bike. Em ê qebûl bikin. Rêber Apo ji bo çareseriyê çi pêş dixe em li pişt Rêber Apo ne. Vê yekê bi eşkereyî me jî got û her kesî jî got. Di aliyê Kurdan de pirsgirêk tineye. Pirsgirêk di aliyê Tirkiyeyê de ye. Heke dixwazin pirsgirêk çareser bibe, divê dest ji ew propaxandaya qirêj berdin. Divê dest ji gotinên “Rêber Apo terorîst e, serokê terorîstan e û tiştên PKK’ê reş dikin” berdin. Van yek jî ne rast in. Dixwazin serê her kesî tevlîhev bikin û nefretê li hemberî Rêber Apo, PKK û gelê Kurd pêş bixin. Naxwazin pirsgirêk açreser bibe. Heke bixwazin lazim e van axaftinan nekin û zimanê xwe biguherînin. Her kes dizane ku dewleta Tirkiyeyê li ser têkoşîna gelê Kurd ava bûye. Kurd xwediyê damezrandina Tirkiyeyê ye û hêzeke eslî ye. Dewleta Tirkiyeyê neçarî Kurdan e û deyndarê Kurdan e. Ê ku deriyê van axan li wan vekir Kurd in. Ne Kurdan wan bi xwe xiyanet kirin. Lazim e gelên Tirkiyeyê vê zanibin. Desthilata AKP-MHP’ê parçebûnê dixwazin. Wexke ku Kurd di dîroka Tirkiyeyê tine nîşan didin. Siyaseteke ku Kurdan înkar dikin pêş xistine. Yên dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê rast nêzîkî dîrokê û Rêber Apo bibin. Yên ku rast nêzîkî dîrok û Rêber Apo nebin armanca wan a çareserkirinê tineye. Ev noqteyeke esas e. Heta niha ji bo Kurdan rexnedayînek nedane. Nagotine me xiyaneteke mezin li Kurdan kiriye. Divê nexşeyeke wan a çareserkirinê hebe. Di zimanê wan de jehr heye, dijminatî heye. Yên dibêjin em demokrat in, em li dijî zilmê ne divê ji dewletê bipirsin. Divê her kes rast nêzîkî dîrokê û Rêber Apo bibin. Li dinyayê nehatiye dîtin li ser navê biratiyê qirkirinê li ser gel pêk bînin. Ev çawa biratî ye. Biratiyeke wiha tineye. Ev tiştên li ser Kurdan tê kirin çi eleqeya wê bi îslamiyetê re heye, divê van pirsan bipirsin. Madem dewlet a Kurd û Tirkan e çima qirkirinê li ser Kurdan dimeşînin. Ev ne dewleta Tirkan e jî. Dewleta hinek Tirkan e. Çareserî di neteweya demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistiye de ye. Netew dewlet ne çareserî ye, çareseerî neteweya demokratîk e. Her kes divê ji bo vê bixebite û vê esas bigirin. Êrîşa ku li ser Rêber Apo tê kirin, êrîşa li ser gelan e.
*Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe, bi rêya hiqûqî û siyasî çareser bibe çi bar dikeve ser milê gelê Kurd, dostên Kurdan û civak sosyalîst a Tirk? Di vê pêvajoya şerê taybet tê meşandin de pêwîste xwedî helwestek çawa bin?
Lazim e gelê Kurd bi axaftinên tên pêşxistin xwe nexapîne, li pêşeroja xwe û têkoşîna xwe xwedî derkeve. Li dora Rêber Apo yekîtiya xwe xurt bike. Her tim guhê wan li Rêber Apo be. Lazim e barê Rêber Apo sivik bikin. Ji bo ku Rêber Apo karibe rola xwe bilîze. A ku ji gelê Kurd tê xwestin ev e. Ew siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî Rêber Apo, gelê Kurd pêşxistiye îflas kir. Ji ber ku îflas kiriye van gavan davêje. Heke îflas nekiribûna van gavan nedavêtin. Divê gelê me vê bibîne û têkoşîn xwe mezintir bike. Heke têkoşîna xwe mezin bikin wê emcamê bi dest bixin. Yên dixwazin Tirkiye ji vê krîzê derkeve divê li dijî tecrîdê bisekinin.
‘Lİ DİJÎ ŞERÊ TAYBET BİSEKİNİN’
Divê xwedî li Rêber Apo derkevin û xwedî li pirsgirêka Kurd derkevin. Li dijî şerê taybet bisekinin. Rastiya şerê taybet derxe holê û mehkûm bike. Bike ku dewleta Tirkiyeyê rast nêzîkî Rêber Apo û pirsgirêkê bibe. A ku ji aliyên Tirkiyeyê tê xwestin ev e. Divê ji bo çareseriyê têbikoşin. Lazim e tu kes weke berê netirse. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin. Ji bo vê jî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Ev tenê ne peywira Rêber Apo, PKK û Kurdan e. Ev peywira her kesî ye. Heke dixwazin pirsgirêka aborî, çandî, civakî, jin û hwd. ji holê rabe, divê pêşî pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji bo vê jî divê bixebitin. Bi daxuyanî û axaftinê tenê nabe. Pêşniyara min divê li Tirkiyeyê komîteyek were çêkirin. Ev komîte daxuyaniyên xwe ji bo çareseriyê pêş bixîne. Bêhtir di nava civaka Tirkiyeyê de xebatê bimeşîne. Jixwe civaka Kurd amade ye. lazim e civaka Tirkiyeyê were amadekirin. Hêzên Tirkiyeyê xebatê nemeşîne û gelên Tirkiyeyê rêxistin neke, nabe. Lazim e xebatê bimeşîne. Lazim e hêzên derve bi tu awayî piştgiriyê nede Tirkiyeyê. Her kes divê karên xwe xurtir pêş bixin û bihêlin ku dewletên wan zextê li Tirkiyeyê bikin.
*Li Rojhilata Navîn geşedan hene. Li Başûrê Kurdistanê hilbijartin çêbûn, mirov dikare vê hilbijartinê çawa binirxîne?
Barzaniyan li Başûr gelek derfet bi dest xistin. Naxwazin ew derfet ji destê wan derkeve. Ji bo wê naxwazin li Başûr vîna gel derkeve pêş. Li ser Başûr zextê dimeşînin û naxwazin dest jê berdin. Dibînin ku hêza wan têrê nake, encax bi hêza Tirkiyeyê desthilatdariya xwe bimeşînin. Bi temamî ketine bin xizmeta Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê jî siyaseta xwe li ser wan dimeşîne. Barzanî jî wisa hesab dike ku Tirkiyeyê ji bo xwe bikartîne. Ew jî wisa hesab dikin. Ya rastî dewleta Tirkiyeyê wan bikartîne. Di hilbijartinê de çi derket holê. Weke berê ku tenê li desthilatê bibînin çênebû. Gel ji siyaseta wan pir aciz bûye û vê diyar jî kirin. Heke nikarin bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin ev encama wê ye. Siyaseta ku dimeşînin xizmeta ji Başûr û Kurdan re nake. Xizmetê ji dewleta Tirkiyeyê re dike. Statutuya Başûr dixe xetereyê. Di hilbijartinê de xiyaneta wan a li hemberî Kurdan hat gotin. Dibe ku pir guhertinek çênekirin lê nerazîbênek li hemberî Barzaniyan derket holê. Çawa desthilata Tirkiyeyê serî li xapandinê da, diyare ku Barzanî jî vê siyasetê bimeşîne. Yên ku dixwazin hikûmet çê bibe divê pêşî li dijî hevkariya bi dijmin re bisekinin. Ya din li dijî dagirkeriya Tirk bisekine û bihêle ku ji Başûr derkevin. Ya sêyemîn jî niha Rojhilata Navîn di nava kaosekê de ye. Wê statu bên diyarkirin. Ev ji bo Kurdan hem derfetê çêdike hem jî xetereyê çêdike. Ji bo statuya Kurd çêbibe lazim e yekîtiya xwe ava bike. Divê hikûmet li ser van hersê xalan pêşxistinê çêbike. Heke li ser van xalan pêş bikeve ne tenê ji bo Başûr, dikare ji bo hemû Kurdan xizmetekê bike. Heke li ser van xalan pêş nekeve û weke berê çêbibe, heta niha çi kiriye wê dîsa wê bike. Ji derveyê wê tiştekî din nake. Şertên ku niha li Rojhilata Navîn derketine holê û ji Başûr çi tê xwestin. Weke min got ew hersê xal ji Başûr tên xwestin. Heke hikûmet li ser van esasan çêbibe wê xizmeta gelê Kurd bike.