Ciwanên Êlihê duh bi şev jî  li kolanan bûn

Ciwanên bajarê Êlihê ya bakurê kurdstanê şeva bûrî jî li dijî tayînkirina qeyûm li qadan bin û heta derengiya şevê çalakiyên xwe domandin.

Ciwanên Êlihê duh bi şev jî  li kolanan bûn
9 mijdar, 2024   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Êlihê di roja pêncemîn ango şeva pêncemîn de jî nerazîbûn û çalakiya protestoya li dijî qeyûmê danîne ser Şaredariya Êlihê berdewam kirin. 

Ciwanan li taxên Huzur, Cumhuriyet, Emeklî TOKÎ, Pazaryerî, Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Korikê, Bayindir, Cudî û Petrolê li qadan û kolanan çalakî li dar xistin. Ciwanan bênavber dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Şaredarî ya me ye, qeyûm wê biçin” berz kirin û hêrsa li dijî qeyûman anîn ziman. Çalakiyên ciwanan ên li taxan heta derengiya şevê berdewam kirin.

 Polîsan xwe li çalakiyên ciwanan ranegirt û bi ava şid, gaza îsotê û guleyên plastîk êrişî çalakiyan kir. Ciwanan konteynerên çopê danîn ser cadeyan û bi keviran barîkat çêkirin û agir vêxistin. Ciwanan bi keviran, molotofkokteylan û keviran bersiva êrişên polîsan dan.

 Çalakiyên ciwanan heta derengiya şevê berdewam kir.