Oldar: Dewleta Tirk dixwaze şêniyan koçber bike û Sûriyeyê dagir bike

Oldarên ji kantona Reqayê got dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî herêmê dixwaze şêniyan koçber bike. Di heman demê de li hember êrişan teqezî bi hevgirtinê kirin.

Oldar: Dewleta Tirk dixwaze şêniyan koçber bike û Sûriyeyê dagir bike
26 kanûn, 2024   06:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di wan êrişan de bi hinceta parastina ewlehiya xwe û sînorên xwe, sivîlan û binesaziya herêmê dike hedef.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li tevahî eniyên kantonên Firatê û Cizîrê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dagirkeran şikandin û zirarên mezin dan wan.

Oldarên kantona Reqayê ji bo têkbirina êrişan teqezî bi hevgirtina pêkhateyan kir.

Serokê Komîteya Fetwayan a Saziya Kar û Barên Olî ya kantona Reqayê şêx Mihemed Yehya Ebû El Bera got: "Em dixwazin gelê Sûriyeyê di nava ewlehiyê de bijî. Em bira ne û ji hev hez dikin."

Ebû El Bera wiha domand: "Divê rijandina xwînê raweste. Mirov û heta kevir ji rijandina xwîna zarokan, jinan û kalan aciz in."

Ebû El Bera bal kişand ser êrişên li dijî herêmê û got: "Dema em bixwazin welatan ava bikin, em ji mirovan dest pê dikin."

‘HELALKIRINA XWÎNA MIROVAN JI HILWEŞANDINA KABEYÊ HERAMTIR E^

Ebû El Bera diyar kir ku helalkirina xwîna mirovan ji hilweşandina Kabeyê heramtir e û wiha domand: "Şêniyên bêguneh li mala xwe, top bi ser serê wan de tên barandin. Gelo vê zivistana sar dê çi bikin? Wê koçber bibin. Dema herêmeke Sûriyeyê biêşe divê Sûriye bi giştî ji bo wê herêmê biêşe, ji ber ku Sûriye bendek e."

Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya kantona Reqayê şêx Îbrahîm El Iwês jî got: "Em di van rojan de bang li şêniyan dikin ku ev rûpela nû, divê bibe rûpela hezkirin, efûkirin û lihevhatinê. Rûpela yekitiya pêkhateyan e."

El Iwês wiha pê de çû: "Em bang li şêniyan dikin ku bibin yek, parçe nebin, hevgirtinê û biratiyê xurttir bikin. Ev peyama xwedê ye ku divê em welatê xwe bi nirx û exlaqên xwe ava bikin."

El Iwês êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê şermezar kir û banga rawestandina wan êrişan kir.

El Iwês di dawiyê de got: "Divê em bi aqilê xwe kar bikin. Divê di navbera sûriyeyiyan de diyalogeke adil hebe. Divê zimanê kuştinê û wêrankirinê red bikin ku dewleta Tirk bi rêya wê dixwaze civaka Sûriyeyê parçe bike û axa Sûriyeyê dagir bike.”

(şx)

ANHA